Amerîka: Em ê piştgiriyê bidin hikûmeta Sûriyeyê

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku ew rêze gavên nû diavêje da ku piÅŸtgiriyê bide avakirina “hikûmeteke bi bandor û aram” li Sûriyeyê û kapasîteya wê ya ÅŸerê li dijî komên terorîst, bi taybetî DAIŞê, zêde bike.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku nûnerekî taybet ê nû ji bo herêmê hat destnîşankirin û gelek cezayên li ser welêt hatin rakirin.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Tammy Bruce ragihand ku Balyoz Tom Barak wekî Nûnerê Taybet ê nû yê Amerîkayê ji bo Sûriyeyê hatiye destnîşankirin.

Bruce tekez kir ku ev tayînkirin “nîşandanek girîng a pabendbûna me ya piÅŸtgiriya Sûriyeyê ye.”

Bruce herwiha ragihand ku gaveke girîng hatiye avêtin da ku rê li ber piştgiriya herêmî ji bo hikûmeta nû were vekirin.

Bruce got, “Me gelek cezayên li ser Sûriyeyê rakirin da ku welatên din ên herêmê karibin alîkariya hikûmeta nû bikin.” (PK)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *