Amêdî – 2 gund hatin topbarankirin

Gundên Sergelî û Berçiyê yên navçeya Amêdiyê ya parêzgeha Dihokê ji aliyê topxaneyên artêşa Tirkiyeyê ve hatin topbarankirin.

Şêniyê gundê Sergeliyê yê Amêdiyê Şêrwan Sergelî ji Rûdawê re ragihand ku 2 roj in, 2 gundên navçeya Amêdiyê tên topbarankirin.

Şêrwan Sergelî ji Rûdawê re got:

“Topbaran ji aliyê Tirkiyeyê tê kirin û ji ber topbaranê tirs û xofeke mezin bi şeniyên gundên Sergelî û Berçiyê re çêbûye.”

“Ji malên xwe dernekevin”

Melayê gundê Berçiyê Lezgîn Berçî jî ji Rûdawê re got:

“Demjimêr 07:00ê êvarê 7 top li nava gundê Berçiyê ketin.”

Mela Lezgîn Berçî amaje bi wê da ku ew nizanin bê ka ew topbaran ji aliyê kê ve hatiye kirin.

Lezgîn Berçî ji şêniyan xwest ku kes ji malên xwe dernekeve û ji bo parastina canê xwe jî nimêjên xwe yên terawîh û êvaran li malên xwe bikin.

Şerê PKK û artêşa Tirkiyeyê 40 sal in berdewam dike.

Beşek ji wî şerî 30 sal in li ser axa Başûrê Kurdistanê tê kirin.

Ji ber şer li navçeya Amêdiyê ya parêzgeha Dihokê gelek gund vala bûne.

Şêniyên wan gundên ku nehatine valakirin jî gelek caran ji ber şerê PKK û Tirkiyeyê bi tirs û xofê dijîn.

Rûdaw

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *