ALMANYA – Komeke êriÅŸkar a li dijî koçberan hat girtin

Li Almanyayê hefteya borî komeke Alman a ji 5 kesan pêk dihat hat girtin ku karê wan şewitandina wan deran bû ku koçber tê de dijîn. Her wiha plan danîbûn ku êrişî koçberan û kesên çepgir bikin.

Vê komê navê (Letzte Verteidigungswelle) li xwe kiriye, ango pêla dawî ya parastinê. Armanca wan ji vê yekê jî hewla dawî ye ji bo parastina Almanyaya çermspiyan (Wekî ku ew dibêjin) ji destê koçber û çepgiran.

Dozgeriya giştî ya Almanyayê dibêje ku wê komê (Hewl daye sîstema demokrasiyê li Komara Almanyaya Federal hilweşîne. Ew jî bi kiryarên tundûtûjî li dijî koçber û wan kesan ku ji aliyê siyasî ve bi wan re nakok in.)

Her wiha ew jî eşkera bûye ku polîsê Almanyayê li seranserî welêt bi ser 13 malan malan de girtiye û 3 kesên din jî ji bo lêkolînê desteser kirine.

Ewên ku desteser in guman li wan tê kirin ku hewl dane koçberan bikujin û kampên wan bişewitînin.

Ajansa Federal a Nehêlana Tawanan (Bundeskriminalamt) ragihandiye ku di sala 2024an de rêjeya tawankariyê li Almanyayê ji ber sedemên siyasî ji sedî 40 zêde bûye.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *