Aloziyên navbera Ak Partî û CHPê de rû didin her ku diçe kurtir dibin û li aliyekê jî helwesta kurdan a navbera vî şerî de jî tê nîqaşkirin. Derbarê vê rewşê de aliyên Kurdistanî yên Bakurê Kurdistanê dibêjin divê kurd di vî şerî de piştgiriya ti aliyekê nekin û divê şiyan û hêza kurdan bo bidestxistina mafên neteweyî were bikaranîn.
Piştî ku Ekrem Îmamoglû hat girtin şerê navbera Ak Partî û CHPê de jî gurrtir bû û di çalakiyên wek bertek tên lidarxistin de navbera hêzên ewlekarî û xwepêşanderan de şer û pevçûn jî rû didin. Di vê rewşê de helwesta kurdan niha dibe cihê mereq û nîqaşê ku gelo dê kurd helwestek çawa nîşan bidin. Derbarê vê mijarê de partiyên kurdistanî dibêjin divê kurd vê pêvajoyê de bêalî inn, bi berpirsiyarî tevbigerin û hişyar bin.
Cîgirê Serokê HAK-PARê Hanîfî Eren ji K24ê re got: “Em jî dixwazin Tirkiye bibe welatek demokratik, lê divê kurd bo vê yekê xwe feda nekin, berjewendiyên xwe feda nekin, dest ji mafên xwe yên neteweyî bernedin, divê çareseriya pirsa kurd derxin pêş.”
Siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê dibêjin ji bo kurdan rêbaza baş ew e ku li Tirkiyeyê çareseriya pirsa kurd di rojevê de derxin pêş. Nunerên Partiyên kurdistanî di amaje dikin ku dîrokê jî daye nîşan ku divê kurd şerên wisa de xwe ji şer û pevçunan dûr bixin.
Cîgirê Serokê PWKê Cano Amedî dibêje: “Herdu alî jî dixwazin kurdan bikêşin cem xwe û dixwazin kurd bo wan derkevin kolanan û serê xwe bidin şikênandin, lê divê kurd li aliyê kurdistanî bin û ji bilî wê jî li aliyê ti hêzek din nesekinin.”
Aliyên kurdistanî dibêjin her çiqas şerê Ak Partî û CHPê rojevê de mijara sereke be jî di rastiyê de mezintirîn pirsgirêka Tirkiyeyê pirsa kurd e û divê kurd bo pirsa kurd derkeve pêş xebatan bikin. (K24)