Malpera “Al-Monitor” hûrgiliyên veÅŸartî yên civîna Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio û Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Es’ed Åžeybanî ku li ser perêzê Konferansa Ewlehiyê ya Munihê pêk hatibû, aÅŸkere kirin. Li gorî raportê, Rubio mercê amadebûna Fermandarê GiÅŸtî yê HSDê Mezlûm Ebdî daniye pêşiya Åžamê.
Mercê Amerîkayê: “Bêyî Ebdî civîn nabe”
Rojnamevana navdar Amberîn Zaman di raporta xwe de diyar kir, Marco Rubio rijd bû ku divê Mezlûm Ebdî di civîna 13ê Sibatê de amade be. Çavkaniyên agahdar ji malperê re gotine: “Rubio ji Åžeybanî re ragihandibû, heke fermandarê Kurd Mezlûm Ebdî di nava ÅŸandeya Sûriyeyê de cih negire, ew ê ti civînan ligel wan encam nede.”
Li ser vê fişarê, Serokê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şera neçar ma ku daxwazê qebûl bike. Di civînê de Mezlûm Ebdî û Hevseroka Ofîsa Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed amade bûn. Ebdî li kêleka Wezîrê Sûriyeyê û li hemberî Rubio rûniştibû.
Ev rûniÅŸtin ji aliyê Kurdên li seranserê cîhanê ve wekî werçerxaneke dîrokî ya ji bo bidestxistina meÅŸruiyeta navdewletî hate pîrozkirin. Nûnerê Taybet ê Trump bo Sûriyeyê Tom Barrack, wêneyê vê civînê li ser hesabê xwe yê “X” parve kir û nivîsî: “Wêneyek li hember hezar peyvan e. Destpêkeke nû.”
Rêveberiya Sekreteriya Rêxistina Cîhanî ya Azadiya Olî Nadine Maenza Nadin Menzê ji Al-Monitorê re ragihand, êrîşên dawî yên artêşa Sûriyeyê yên li dijî Kurdan li Heleb û Dêrezorê, nîgeraniyên mezin li Washingtonê çêkirine. Menzê got: “Dîmenên ku tê de leÅŸkerên Sûriyeyê mîna DAIŞê serê ÅŸervanên Kurd (bi taybetî jinan) jê dikin, zengila metirsiyê li Kapîtol Hîlê (Kongress) lê da.”
Li gorî raportê, HSDê ji ber van êrîşan %80 navçeyên di bin kontrola xwe de, bi taybetî kêlgehên neftê yên Dêrezorê, winda kirine. Her wiha nigeraniyên li ser revîna girtiyên DAIŞê û valakirina Kampa Holê hîn jî berdewam in.
“Yasaya Parastina Kurdan”Â
Ji ber ku Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) li hemberî êrîşên Åžamê bêdeng ma, senatorên Amerîkî ketin dewrê. Senator Lindsey Graham û Richard Blumenthal projeyasaya bi navê “Yasaya Parastina Kurdan” pêşkêşî Kongressê kirin. Heke ev yasa were pesendkirin, dê cezayên giran ên “Qeyser” ji nû ve û hîn tundtir li ser hikûmeta Ehmed Åžera werin sepandin û ÅŸerîeta ku nû bi dest xistibû, dê ji dest bide. (K24)


