Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî îro 7ê Tîrmehê li Hewlêrê bi hejmareke kadroyên PDKê re civiya. Hate ragihandin ku di civînê de, Mesrûr Barzanî bal kişand ser guhertin û pêşketinên vê dawiyê yên Herêma Kurdistanê, Iraq û deverê.
Mesrûr Barzanî bal kişand ser rola girîng a Serok Barzanî di lihevnêzîkkirina aliyên Kurdistanî de, bi taybetî jî li Rojavayê Kurdistanê û herwiha di xebata ji bo biserxistina pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê de.”
Cîgirê Serokê PDKê di ser têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de jî diyar kir: “Pirsgirêka me bi hikûmeta federal re pirsgirêkeke siyasî ye, ne pirsgirêkeke teknîkî ye, ji ber ku mixabin li Bexdayê bi awayekî nerewa û nedadperwerane û bi cudahî û awayekî nedestûrî serederî bi Herêma Kurdistanê re tê kirin.”
Mesrûr Barzanî got, “Iraq welatekî federal e û Herêma Kurdistanê jî xwedî qewareyekî destûrî ye û divê rêz li desthilat û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê bê girtin.” Barzanî da zanîn, “Herêma Kurdistanê tu carî dest ji ti mafên xwe yên destûrî bernade.”
Cîgirê Serokê PDKê wiha pê de çû: “PDK bi rêberiya cenabê Serok Barzanî berevan û parêzera yekê û sereke ya maf û daxwazên xelkê Kurdistanê û qewareya Herêma Kurdistanê ye û garantiya parastina Herêma Kurdistanê ye, lewma xurtbûna PDKê xurtbûna Kurdistanê ye û bi piştgiriya Xudayê mezin, xelkê welatparêz ê Kurdistanê dê her tim ber bi zêdetir serkeftinê ve pêngavan biavêje.” (PK)


