Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon), di pêşnûmeya budceya xwe ya sala 2026an de, 130 milyon dolar ji bo piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Artêşa Sûriyeya Azad (SFA) terxan kir.
Hate ragihandin ku ev alîkarî dabînkirina ewlehiyê ji bo derdora Kampa Holê û herêmên Beyabana Sûriyeyê, parastina Binkeya Tinifê û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî yên li herêmê li xwe digire.
Di belgeya Pentagonê de tê gotin, rêxistina DAIŞê êrîşên xwe yên li dijî HSD, Artêşa Sûriyeya Azad û sivîlan didomîne, bi taybetî li herêmên derdora Kampa Holê û li wan deverên Sûriyê ku hebûna hêzên ewlehiyê lê lawaz e.
Pentagonê destnîşan kir, navendên girtina çekdarên DAIŞê li Sûriyeyê, mezintirîn koma çekdarên rêxistinê li ser asta cîhanê li xwe digirin û tekez kir ku birêvebirina van navendan ji bo pêşîgirtina li vegera rêxistinê xwedî girîngiyeke mezin e.


