Mesrûr Barzanî li ser êrişên li Herêma Kurdistanê daxuyanî da

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî êrişên li deverên sivîl û Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê ÅŸermezar kirin û got, “Ev nayê qebûlkirin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser êrişan daxuyaniyek belav kir.

“Ev nayê qebûlkirin”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Ez bi tundî wan êrişên kirêt ên milîsên terorîst ÅŸermezar dikim ku Konsulxaneya GiÅŸtî ya Amerîkayê û deverên sivîl ên li Hewlêrê kirine armanc.

Ev destdirêjiyên biqestî, ji bo ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê, ÃŽraq û herêmê bi giÅŸtî gefeke cidî û metirsîdar in. Ev karekî ku nayê qebûlkirin e.”

Banga ji bo hikûmeta Bexdayê

Mesrûr Barzanî di berdewamiya daxuyaniya xwe de bangî hikumeta Îraqê kir û got:

“Ez careke din bi eÅŸkereyî daxwazê ji hikûmeta federal a li Bexdayê dikim ku li dijî van komên çekdar û milîsên li derveyî yasayê, gavên lezgîn, bibiryar û pratîk biavêje.

Erka hikumeta federal e ku hemû amûr û ÅŸiyanên xwe ji bo rêlibergirtina van êrişên terorîstî bi kar bîne û berpirsên van êriÅŸan ji bo darizandinê bikişîne ber dadgehê.” (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *