Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi heyeta senatoya DYA re civiya

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî heyetekî ji endamên Senato ya Amerîkayê (DYA) ya di asta bilind de qebûl kir û hevdîtin kirin.

Bi temsîla Senatoya Amerîkayê, senatorê serbixwe yê eyaleta Maine senator Angus King û ji eyaleta Oklahomayê senatorê partiya Komarî James Lankford di heyetê de hebûn û ji aliyê Nêçîrvan Barzanî de li payîtexta Kuristanê li Erbîlê bi merasimeka fermî hatin pêşwazîkirin. Bi heyetê re her weha balyozê DYAyê yê Erbîlê jî tevlî civînê bû.

Di hevdîtinê de li ser rewşa Iraqê ya giştî, pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê, rewşa Sûriyê û pêşdeçûnên li herêmê bi berfirehî hatin şirovekirin.

Li gor ragihandina serokatiya Herêma Kurdistanê; di hevdîtinê de têkoşîna bi terorê re û pevajoya reforman, têkiliyên Kurdistanê û Iraqê yên bi DYAyê re, pêşdebirina têkiliyan û hevkariya têkoşîna bi terorê re hebûn.

Nêçirvan Barzanî, bi sedema desteka daîmî ya Amerîkayê ya bo Herêma Kurdistanê sipasiya DYAyê kir, bi taybetî bo reformên di wezareta Pêşmerge de ku kongre desteka xwe didê.

Barzanî di hevdîtina bi heyetê re, behsa girîngiya hevkariya ewlehiyê ya bi Amerîkayê re, hevkariya di seha aboriyê de û di sehayên cuda de behsa ku çawa Kurdistan girîngiyê dide, kir.

Nêçîrvan Barzanî ragihand ku divê DYA veberhênan li Herêma Kurdistanê û Iraqê bike û xwest bo vê yekê derfet bo wan bên afirandin.

Heyeta Sanatoyê ragihand ku di salên dawiyê de pêşdeçûnên li Herêma Kurdistanê dibin, bi teqdîr dinirxîne û got:

“DYA, Iraqê û Herêma Kurdistanê wek hevkarên ortax yên xwurt û stratejik dibîne û dîtina xwe her dewam dike.” (PK)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *