Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li Washingtonê di bersiva pirsekê de derbarê egera veguhastina modela federalî ya Iraqê ji bo Sûriyê û bi taybetî piştgiriya Serok Barzanî ji bo yekrêziya aliyên Kurdî yên Sûriyê ji bo çûna Şamê û avakirina hikûmeteke nû, nêrînên xwe anî ziman.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 22ê Gulana 2025an, beÅŸdarî panelekê li “Konferansa Enerjiyê ya Washingtonê” bû.
Serokwezîr Barzanî li ser pirsa federlîzmê got: “Ka em li Iraqê binêrin, sîstemeke me ya federalî heye. Lê belê federalîzm ne tiÅŸtek e ku tenê li ser kaxezê bê nivîsandin û mureka ser kaxezê nîne, divê bê cîbicîkirin. Bêguman, kêmasiyên me di cîbicîkirina destûrê de hene. Em bawer dikin ku federalîzm baÅŸtirîn sîstem e ji bo Iraqê; piraniya xelkê Iraqê di sala 2005an de dengê xwe dan wê û dengê xwe dan vê destûra ku niha heye. Ev sîstemeke ku soz daye xelkê Iraqê, lê kêşe jî tê de hene. Ne ku federalîzm bi xwe xirab e û sedem ew e, na, ji ber ku federalîzm wek xwe nehatiye cîbicîkirin. Gelek girîng e dema ku sîstemeke te hebe û rêz jê re bê girtin; ev tiÅŸta ku em ji bo Iraqê dixwazin û daxwaz dikin.”
Derbarê Sûriyê de, Serokwezîr Barzanî wiha axivî: “Gotinên we ji bo Sûriyê gelek rast in. Serok Barzanî herdu aliyên Kurdî li Sûriyê kom kirin da ku werin Hewlêrê, û ligel herdu aliyan rûniÅŸt û axivî. Em wisa bawer dikin ku Kurd bi yekdestî dê gelek alîkar bin û ev yek dê hêzekê bide wan di danûstandinên wan ên ligel Åžamê de, da ku mafên xwe bi dest bixin. Lê bêguman ev biryara wan bi xwe ye, ango biryara Kurdên Sûriyê ye, ka ew çi cure modelekê rêveberiyê dixwazin û dê çi cure rêkeftinekê ligel Åžamê bikin.”
Mesrûr Barzanî herwiha got: “TiÅŸtê ku em dixwazin ew e ku em bibînin mafên Kurdan parastî ne û rêz li wan tê girtin. Bêguman ez bawer dikim ku di danûstandinên ligel Åžamê de dê bigihîjin tiÅŸtekî û sîstemeke ku di berjewendiya hemûyan de be. Niha aloziyên li Sûriyê heta radeyekê kêm bûne, her kes çavê xwe li wê yekê ye ku derfet hebin da ku wan bi kar bînin. Em hêvîdar in Sûriye van derfetan bi kar bîne û ber bi seqamgîrî û xweÅŸguzeraniyê ve biçe.” (K24)