Di 17ê Gulana 2025an de, civîneke girîng a Faqiyê Teyran – Komeleya Nivîskaran li Almanya li bajarê Bottrop ê Almanyayê pêk hat.
Komeleya ku di sala 2024an de hatibû damezirandin, bi vê civînê çalakiya xwe ya berfireh pêk anî.
Di civînê de, nivîskar û rewşenbîrên kurd ji her deverê Almanyayê amade bûn.
Di axaftinên hatin kirin de, girîngî û qedrê kombûna nivîskarên kurd di bin sîwana komeleyeke nû de hate destnîşankirin.
Ji alî rêvebirên komelê hate diyarkirin ku ev Komele dê ji bo pêşxistina edebiyata, ziman, çandû perwerdehiya kurdî kar bikin.
Rêvebirên Feqiyê Teyran – Komeleya Nivîskaran di axaftinên xwe de diyar kirin ku bihêzkirina yekîtiya nivîskaran gaveke dîrokî ye.
Hin rêvebir û endamên PWK-Almanya wek endam û nûner di xebata vê komelê de cîh girtin.
Komîteya PWK-Hollanda jî bi fermî ji bo vê civînê hatibû vexwendin û bi heyetekê beşdarî civînê bû. Her wiha, li ser navê komeleya Koc-Kak jî hevalê hêja kek Qedrî di civînê de amade bû û piştgiriya xwe ji bo xebatên Komeleya Feqiyê Teyran – Nivîskarên Kurd li Almanya nîşan da.
Civîn bi nîqaş û pêşniyarên ji bo pêşeroja komelê dewam kir. Beşdarvanan hêviya xwe diyar kirin ku ev komele dê bibe navendek girîng ji bo nivîskarên kurd û dê di pêşxistina ziman û edebiyata kurdî de roleke çalak bilîze.
Endamên Damezirêner yên Komeleya Nivîskaran – Feqiyê Teyran Almanya (FKSD) ev in:
Serok – Murat Dagdelen
Sekreter – Fettah Timar
Kasedar – Seyitxan Kurij
Komîteya Çavdêr – Salih Dundar, Cahît Kaplan
Endamê Rêvebiriyê – Selîm Çurukkaya, Baran Hemze