Şeybanî: Îsraîl bi êrîşên xwe yên li ser Sûriyê qanûnên navneteweyî binpê dike

Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî got ku Îsraîl bi êrîşên xwe yên li ser başûrê Sûriyeyê binpêkirina qanûnên navneteweyî didomîne.

Şeybanî di axaftina xwe ya li Lûtkeya 34emîn a Komkara Erebî de li Bexdayê roja Şemiyê 17ê Gulana 2025an de diyar kir ku Sûriye ji bo hemû Sûriyan e û cih ji bo dûrxistin an jî bêalîkirinê tune ye.

“Gelê Sûriyeyê bi nasnameya xwe ya Erebî ve girêdayî maye û welatê erebî penageha wan e.” Esed Şeybanî got, “Em spasî û teqdîra xwe ya dilsoz ji bo mêvanperweriya Iraqê diyar dikin. Tiştê ku me dike yek nasnameyeke hevpar û çarenûseke hevpar e, û em di serokatiya we ya lûtkeya heyî de serkeftinê ji we re dixwazin.”

Wezîrê Derve yê Sûriyê Şeybanî, ku diyar kir ku Civîna Bilind a Bexdayê derfeteke dîrokî ye ji bo nûkirina yekîtî û hevgirtinê, derbarê rakirina dorpêçên li ser welatê xwe de got, “Me biryara Trump a ji bo rakirina dorpêçên li ser Sûriyê pêşwazî kir. Em bawer dikin ku bê edalet lihevhatin çênabe. Em di pabendbûna xwe ya bi yekîtiya Sûriyê re bi israr in û her destwerdana derveyî red dikin. Sûriye wesayet an jî meydaneke pevçûnê di navbera gelên din de qebûl nake. Em red dikin ku bibin beşek ji eksena li dijî eksena din.”

Şeybanî herwiha got ku Îsraîl bi êrîşên xwe yên li ser başûrê Sûriyeyê binpêkirina qanûnên navneteweyî didomîne. (PK)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *