Trump, Selman û Şer civiyan û Erdogan jî online beşdar bû -Vîdeo

Serokê Amerîkayê Donald Trump, Şahê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer li Riyadê li hev civiyan û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî bi awayê online beşdarî civînê bû.

Donald Trump, Mihemed bin Selman û Ehmed Şer îro li Riyada paytexta Erebistana Siûdî  di civîneke de axivîn.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî ji Kuliyeya Serokomariyê bi awayê online bşdarî civînê  bû.

Li gorî medyaya Tirkiyeyê, Erdogan di civînê de gotiye ku biryara Trump a rakirina dorpeçên li ser Sûriyeyê dîrokî ye û ew biryar dê bibe mînak ji bo welatên din ên ku ceza li wan hatine sepandin.

Erdogan da zanîn ku bi saya vê biryarê dê derfetên hilberînê yên di qadên cuda de li Sûriyeyê derkevin holê.

Li aliyê din Koşa Spî jî derbarê hevdîtinê daxuyanî da.

Li gorî daxuyaniya Koşka Spî, Trump ji Şer xwestiye ku berpirsiyariya kampên DAIŞê yên li Sûriyeyê bigire ser xwe.

Her wiha Trump ji xwest ku “terorîstên biyanî” ji Sûriyê derkevin. (Rûdaw)

 

 

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *