Sekreterê PDK-Sê pêşwazî li biryara PKKê ya xwehelweşandin û çekdanînê dike

Sekreterê Giştî yê PDK-Sê pêşwazî li biryarên kongreya PKKê yên xwehilweşandinê û danîna çekan kir û ew wek pêşketineke girîng û mizgînder di arasteya rast de dît. 

Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Mihemed Îsmaîl îro 12ê Gulanê bi daxuyaniyekê ragihand, “Di vê qonaxa hestiyar a ku herêma me tê re derbas dibe de, em wek PDK-S pêşwaziyê li gavên erênî yên ku ji aliyê aliyên pêwendîdar ên proseya aştiyê li Tirkiyeyê hatine destpêkirin, dikin. Lidarxistina kongreya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û biryarên ku jê derketine yên têkildarî xwehelweşandin û çekberdanê, em wek pêşketineke girîng û mizgînîder di arasteya rast de dibînin.”

Mihemed Îsmaîl hêviya xwe anî ziman ku ev prose bigihîje encamên avaker ên ku di berjewendiya gelê Kurd de bin li her cihê ku hebe, herwiha bibe alîkar ji bo xurtkirina aramî û aştiyê li herêma ku demeke dirêj ji şer û pevçûnan êş kişandiye.

Di daxuyaniyê de herwiha hat tekezkirin: “Em wek Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye, piştgiriya xwe ya tam ji bo van hewldanan tekez dikin û amadebûna xwe ji bo hevkariyê di serxistina vê proseyê de radigihînin. Ev jî ji ber baweriya me ye ku diyaloga rastîn û tekane rê ye ji bo bidestxistina ewlekarî û aramiya mayînde.”

Mihemed Îsmaîl di dawiya daxuyaniyê de hêvî xwest ku ev gav bibin destpêka serdemeke nû ya lihevkirin û hevkariyê di navbera gelên herêmê de, bi awayekî ku mafên hemûyan misoger bike û bingehekê ji bo qonaxeke geşepêdan û bextewariyê deyne. (K24)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *