Parlamenterekî berê yê Iraqê: Li Iraqê 2.6 milyon karmendên mûçegirên sexte hene

Endamekî berê yê parlementoya Iraqê, ku di heman demê de cîgirê serokê Komîteya Destpakiyê bû, got ku 2.6 milyon kes bi neheqî mûçeyên sexte ji hikûmeta Iraqê werdigirin û bi tevahî 30 trîlyon dînar pare wisa diçe.

Dr. Omer Ebdulstar Mehmûd, ku pisporê siyaseta navneteweyî û endamê berê yê parlementoya Iraqê bû li ser tora xwe ya civakî X de nivîsand: Piştî zelalkirina mûçeyê Banka Navendî, bi giştî ji 5 milyon karmendan, milyonek û 600 hezar karmendên sexte hene ku hemû pareyê ji wan re tê dayîn mehane dike trîlyonek û 600 milyon dînar.

Ew parlametere bi zimanê rêveberê berê yê Desteyê yê Malnişînî ya Iraqê Ehmed El – Esedî ve aÅŸkera kir: “Li Iraqê milyonek teqawîd û malnişînên ÃŽranî, Misrî û Sûdanî hene ku mûçe werdigirin. Ev tê vê wateyê ku 2.6 milyon kes bi neheqî mûçeyan ji hikûmeta Iraqê werdigirin.”

Herwaha dibêje: “Em hêvî dikin ku hikûmeta bê vê plana teserûfa 30 trîlyon dînar salane betal bike. Ev mîqdar bi budçeyên Sûriye, Lubnan û Urdunê re wekhev e.’’ (BN)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *