Akademîsyen Azad Elî: Beşeke Durziyan Kurd in -Video

Akademîsyen Dr. Azad Elî li ser dîroka Durziyan û nasnameya wan agahî da û amaje pê kir ku beşeke Durziyan Kurd in.

Civaka Durziyan a li parêzgeha Siwêda ya başûrê Sûriyeyê dixwaze  di pêvajoya destûra nû de mafên xwe yên dînî û çandî bên garantîkirin lê aloziya di navbera wan û hêzên hikûmeta nû ya Sûriyeyê de careke din veguherî pevçûnan.

Li taxa Eşrefiyet Sehnayeyê ya Şamê di navbera Durzî û hêzên asayîşê yên Sûriyeyê de şer û pevçûn derketin û gelek kes hatin kuştin û hinek kes jî birîndar bûn.

Dîroknas û akademîsyen Dr. Elî bû mêvanê Bultena Bakur û li ser civaka Durziyan bersiv da pirsên Dilbixîn Dara.

Elî  diyar kir ku Durzî ji Çiyayê Idlibê û Çiyayê Kurmênc bar kirine û li herêmên xwe yên aniha belav bûne û wiha domand: “Beşeke Durziyan jî Kurdên Canbolatî ne û ew Kurd in. Durziyet ayîn e û dûrî Îslamê ye. Gelekî taybet in û gelekî hevgirtî ne.

Rola wan zêde hebû wan û Elewiyan xwe kir yek û Elewî dan aliyekî. Piştre Elewiyan ew dan aliyekî û ew paşguh kir û xwedî ezmûna siyasî ne.”

Beriya bi çend salan wan got ku ew Sûriyeyeke nenavendî dixwazin. Durzî aniha li Sûriyê, Libnan, Urdin û Îsraîlê hene û hejmara wan 200 hezar in.”

Elî amaje bi nakokiya di navbera Rêberê Durziyan Welîd Canbolat û Durziyan de kir û got:

“Welîd Canbolat wisa difikire ku Durzî jî Ereb in û dê bibin beşekî Sûriyeyê.

Durziyên Sûriyeyê ne bi wê fikra wî re ne.

Rêberê Durziyên Sûriyeyê Şêx Hikmet Hecerî û Rêberê Durziyên Îsraîlê Muefeq Terîf dibêjin yan divê em serbixwe bin yan jî bibin beşeke Îsraîlê.”

Dr. Elî daxuyand ku pêwendiyên Durziyan ên bi cîhanê re bihêz in bi taybetî li Amerîkaya Latîn û diyar kir ku ji aliyê jeostratejîk ve jî ew û Îsraîlê nêzîkî hevdû ne.

Konferansa Kurdî gaveke girîng bû

Dr. Azad Elî derbarê konferansa Kurdî de ragihand ku ew gaveke girîng bû ji bo damezirandina qonaxa paşeroja Rojavayê Kurdistanê û wiha domand:

“Konferansa Kurdî gaveke gelekî girîng bû û bû sedema dilrihetiya her Kurdî.

Li gorî min divê ev konferans bibe destpêka avakirina serkirdayetiya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê.”

Wî diyar kir ku konferans divê bibe binga nêzîkbûna aliyên siyasî û rêxistibûna aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê.

Elî tekez kir ku divê komîteyek were avakirin çimkî Şam nikare Kurdan paşgûh bike û wan bide aliyekî.

Akademîsyen Azad Elî amaje bi rewşa Hikûmeta Sûriyeyê kir û ragihand: “Îro li herêmê hikûmeta herî lawaz a li herêmê Hikûmeta Şamê ye û ti kes jê ne razî ye. Derfeta Kurdan heye mafên xwe biçespînîn û dan û standinan bikin.”

Dr. Elî bal kişand ser yekbûna cografyaya Kurdan a li Rojavayê Kurdistanê û got:

“Cografyaya Kurdan a li Rojavayê Kurdistanê yek e, dema Osmanî nexşeya Kurdistanê diyar bû.

Di dema peymanên Fransa û Tirkiyeyê, Fransayê îdia kir ku gundên Kurdan bajarên Kurdan ji hev dûr in.” (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *