Festîvala 44emîn a Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê dest pê kir û fîlmên Kurdî mohra xwe li festîvalê dixin.
Festîvala 44emîn a Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê 11ê Nîsanê dest pê kir û dê heta 22yê Nîsanê bidome.
Bernameya festîvalê ev 44 sal in ji aliyê ÎKSVyê ve tê lêdarxistin.
Di festîvalê de 139 fîlmên metrajdirêj û 15 kurtefîlm hene îsal li gorî salên borî zêdetir fîlmên Kurdî cih digrin.
Di çarçoveya festîvalê de 7 fîlmên bi Kurdî hene û yek ji wan fîlmên bi Kurdî jî kurtefîlma bi navê “Garan” a derhêner Mahsum Taşkin e.
Mijara fîlmê behsa psîkoliya mirovekî li ser xeta sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê dike.
“Cihê kêfxweşiyê ye ku temsîliyeta Kurdan heye”
Derhênerê Kurd Mahsum Taşkin ji Rûdawê re got:
“Aliyên psîkolojîk û tirsê ên fîlmê hene. Min xwest ez fîlmekî cuda biceribînim. Garan kurtefîlma min a duyem e.
Ez pir kêfxweş im ku fîlma min li vir tê nişandan. Cihê kêfxweşiyê ye ku fîlmekî bi Kurdî li Festîvala Stenbolê temsîliyeta çand û zimanê Kurdî dike.”
Festîvala ku her sal rastê eleqeyeke mezin tê li 3 navçeyên Stenbolê wekî Beyoglu, Kadikoy û Şîşliyê li 7 salonên sînemayê bi rê ve diçe.
Di festîvalê de îsal li gorî salên borî zêdetir fîlmên Kurdî cih digrin.
“Fîlmên Kurdî baş in”
Dîrektorê Festîvalê Kerem Ayan jî got:
“Îsal dîsa programa festîvala me têr û tije ye. Filmên ku ji hemû festîvalên cîhanê derketine pêş jî hene.
Bi taybetî ji Festîvala Fîlman a Berlînê. Îsal me pêşbaziya neteweyî û navneteweyî kirin yek.
Îsal 7 fîlmên ku bi Kurdî jî hene. Me ji bo van hewlek taybet neda. Lewra jixwe ew fîlmên baş bûn. Ji loma me ew hilbijartin.”
“Temsîlkirina Kurdî ji bo me cihê kêfxweşiyê ye”
Rexnegira Sînemayê Alîn Taşçiyanê jî got:
“Festîvala Fîlman a Stenbolê xwedî bernameyeke mezin e, gelek fîlm dixwazin di bernameyê de cih bigirin.
Lewma hemû ziman bi xwezayî li vir in lê temsîlkirina Kurdî ji bo me cihê kêfxweşiyê ye.
Ev yek di heman demê de nîşaneya pirjimarbûna fîlm û berhemên bi Kurdî ye jî.”
Di festîvala ku 11 rojan berdewam dike de, li gel nîşandayîna fîlman çalakiyên hunerî yên wekî gotûbêj, panel, workshop û nîşandayina fîlmên taybet û kult jî cih bigirin.
“Îsal beşdarî kêm e”
Xebatkarê Festîvalê Ilgaz Alacayê jî got:
“Dema em lê dinêrin eleqeya herî mezin ji bo fîlmên Laleya Zêrîn heye. Lê dema em li gorî salên borî binirxînin em dikarin bibêjin ku îsal beşdarî kêm e.”
Temaşevan Zekî Derleyen jî got, “Bi rastî ji aliyê hunerê ve ez ji festîvalê têr dibim.
Em nikarin li sînemayê herin gelek fîlman. Lê li vir ez dikarim fîlmên ku ji aliyê hunerê ve xurt in temaşe bikim.”
Ji xeynî kurtefîlma bi Kurdî ya Garanê, fîlma nû ya Rêzan Yeşilbaş a bi navê “Uçan Koftecî” (Kuftefiroşê Gerok), fîlma “Hîsterî” ya Mehmet Akif Buyukatalay, yekem fîlma metrajdirêj ya derhêner Orhan Înce ya bi navê “Hêvî” û kurtefîlma Yakup Tekintangaç a bi navê “Morî” li festîvalê têne nîşandan.
Festîval dê 22ê Nîsanê bi merasîma xelatdayînê bi dawî were. (Rûdaw)