PWK Li Amedê Beşdarî Komxebata Egîtîm-Senê Bû

Rêvebirê PWKyê Talîp Sana:

‘’Hilbijartina dersa bijarte û têkoşîna ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê û zimanê fermî divê bi hev re bimeşin’’ 

Şaxên Sendîkaya Egîtîm Senê yên Amedê (Sendîkaya mamoste û perwerdekaran) di rojên 11 û 12ê Nîsana 2025ê de, di bin diruşma “Dar li ser koka xwe, mirov li ser zimanê xwe şîn dibe” komxebatek li dar xist.

Komxebat, bi navê DI PERWERDEYA BI ZIMANÊ ZIKMAKÎ DE BERBI ÇARESERÎYÊ VE DERFETÊN HEYÎ, ASTENGÎ, PÊŞNIYAZÎhate  li dar xist.

Komxebatê du rojan dewam kir.

Gelek sazîyên sivîl, partîyên sîyasî, zimanzan, akademîsyen û lêkolîner başdarî komxebatê bûn.

PWK jî ji bo vê komxebatê hatibû vexwendin.

Di komxebatê de li ser navê PWKyê, Serokê Teşkîlata Navçeya Yenîşehîrê ya Amedê ya PWKyê Talîp Sana axaftinek kir.

Ev jî axaftina Talîp Sana ye:

’Hilbijartina dersa bijarte û têkoşîna ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê û zimanê fermî divê bi hev re bimeşin

Zimanê kurdî (kurmancî, kirmanckî/zazakî) li Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê, eve 100 sal e,  bi siyaset û kiryarên Dewleta Tirkîyeyê ve, rûbirûyî neheqî, asîmîlasyon, înkar û êrîşeke gelekî mezin ya piralî bûye.

Neheqîya ku li zimanê kurdî hatîye û tê kirin, ji sê başan pêk tê; neheqîyên ku Dewleta Tirkîyeyê kirine, neheqîyên navdewletî û neheqîyên ku kurdan li zimanê xwe kirine.

Ji alîyekî Dewleta Tirkîyeyê li dijî zimanê kurdî 100 sal e ku sîyaseta inkar û asîmîlasyonê dimeşîne, ji alîyekî  ve NY, KE û UNESCO li himberî neheqîyên Dewleta Tirkîyeyê yên li ser zimanê kurdî bêdeng dimînin, xwe nedîtî dikin; ji alîyekî ve jî mixabin, kurdên Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê jî li gorî ku pêwîste li zimanê xwe xwedî dernakevin.

Helbete ku mafê perwerdeya bi zimanê kurdî, fermîbûna zimanê kurdî mafekî rewa û bingehîn ê miletê Kurd e.

Ji bo ku Dewleta Tirkîyeyê perwerdeya bi zimanê kurdî û fermîbûna zimanê kurdî qebûl bike, divê bêwestan em têbikoşin. Lê, dersa bijarte ya kurdî jî ji bo fêrbûna zimanê kurdî firsendeke gelekî mezin e. Heger bi sedhezaran zarokên kurdan xwe li dersa bijarte ya kurdî qeyd bikin, dê rê ji fermîbûna zimanê kurdî û ji perwerdeya bi zimanê kurdî xweştir bike. Ji ber wê jî em ji bo dersa bijarte ya kurdî dibêjin: ‘têrê nake, lê dîsa jî em dibêjin erê’.

Ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî û bibe zimanê perwerdeyê, divê demildest gavên pêwîst bêne avêtin, di Qanûna Bingehîn û di hemû qanûnên Dewleta Tirkîyeyê de guhertinên pêwîst bêne kirin.

Kurdên ku bi kurdî nizanin, divê hemû îmkanên teknolojî, sosyal medya, komele, kûrs û rê û platformên din yên fiîlî û dîjîtal ve seferber bibin da ku fêrî kurdî bibin, da ku zarokên me kurdî fêr bibin.

Hemû kurdên ku bi kurdî dizanin, li nav malê, li kolanan, li sûkê, li dibistanan, di karên xwe de, di jîyana rojane, di tîcaretê de divê zimanê kurdî bikin zimanê xwe yê esas yê jîyanê.

Hemû partîyên sîyasî, dezgehên sivîl, TV, radyo û rojnameyên kurdan; hemû sîyasetmedar, nivîskar rewşenbîr û hunermendên kurdan, divê kurdî bikin zimanê xwe yê esasî yê sîyasetê, yê nivîsandinê, yê çalakîyên dezgehên xwe û rewşenbîrî û hunerî.

Di derbarê fermîbûn û  perwerdeya bi zimanê kurdî de, ji bo ku Netewên Yekbûyî (NY), Konseya Ewropa (KE) û UNESCOyê li beyanname, peyman, biryar û prensîbên xwe xwedî derkevin, divê hemû kurdên dîasporayê û kurdên li her çar perçeyên Kurdistanê, xebateke berfireh ya dîplomasî û lobîyê bihûnin.

Her gaveke ku parastin û piştgirîya fermîbûn û perwerdeya bi zimanê kurdî (kurmancî, kurdkî/zazakî), axaftin, nivîsandin, fêrkirina zimanê kurdî dike, diparêze, teşwîq dike, pêşde dibe, pêk tîne, em girîng dibînin û divê em piştgirîya wan bikin.’’

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *