Nêçîrvan Barzanî li Koşka Elyseeyê ji aliyê Emmanuel Macron ve hat pêşwazîkirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gihîşt Koşka Elyseeyê û ji aliyê Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ve hat pêşwazîkirin.
Serokê Herêma Kurdistanê dê bi Emmanuel Macron re bicive û ew dê firavîna nîvro jî bi hev re bixwin.
Li gorî daxuyaniya Koşka Elyseeyê û Serokatiya Herêma Kurdistanê, her du serok dê pêwendiyên Fransa, Îraq û Herêma Kurdistanê re û hevkariya hevbeş a di navbera wan de, her wiha mijara têkoşîna li dijî terorê û guherînên dawî yên li Rojhilata Navîn gotûbêj bikin.
Koşkê got, “Her du serok dê rewşa Rojhilata Navîn gotûbêj bikin û pêbendiya xwe ya ji bo kêmkirina aloziyên li herêmê ducare bikin.”
Macron pirsa Ala Şaliyê ya bi rengê, “Hûn dê li gel Serok Barzanî qala kîjan mijarên girîng bikin?” wiha bersivand:
“Bi ya min gelek mijar hene. Bawer bikin em dê wekî her carê behsa mijarên girîng ên Îraq û herêmê bikin.
Dilxweş im ku ducare te dibînim. Dilxweş im ku hevkarê xwe dibînim. Ez te nas dikim, tu tim li vir î.”
(Rûdaw)