Qubad Talebanî û Wezîrê Karên Derve yê Yunanistanê civiyan

Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û Wezîrê Derve yê Yunanistanê Giorgos Gerapetritis tekezî li ser wê yekê kir ku divê geştên asmanî di navbera Hewlêr û Atînayê de zêdetir bibin.

Aliyan xwest ku geştên rasterast jî di navbera Silêmanî û Atînayê de bên destpêkirin.

Di çarçoveya Konferansa Navneteweyî ya Aboriyê ya Dephiyê ya li Yunanistanê de, Qubad Talebanî bi Wezîrê Karên Derve yê Yunanistanê Giorgos Gerapetritis re civiya.

Di civîna ku Wezîrê Plandanînê Dara Reşîd û Cîgirê Berpirsê Daîreya Pêwendiyên Derve Daban Şedele amade bûn, tekezî li ser xurtkirina pêwendiyên bazirganî, çandinî û geştûguzariyê de hat kirin.

Ofîsa Qubad Talebanî ragihand ku xurtkirina pêwendiyên bazirganî û çandiniyê yên di navbera Herêma Kurdistanê û Yunanistanê de hatiye gotubêjkirin.

Derbarê mijara koçberiya neyasayî de, Qubad Talebanî ji Wezîrê Karên Derve yê Yunanistanê xwest ku Yekîtiya Ewropayê “rêbazeke nû” bigire ji bo danûstandinê lig el vê mijarê û di warê geşepêdana aborî û afirandina derfetên kar de piştgiriyê bide Herêma Kurdistanê, da ku ciwan li koçberiya neyasayî nefikirim, ji ber ku “koçberiya neyasayî ji bo her du aliyan ziyanên mezin hene.”

Mijara pêkanîna hikûmetê jî mijareke din a guftûgoyên civînê bû.

Qubad Talebanî got, “Gavên gelekî baş hatine avêtin û têgihiştineke baş heye da ku  kabîneya dehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dema herî kurt de were avakirin.”

Derbarê rewşa herêmê û krîza Sûriyeyê de, her du alî li ser wê yekê hev ra bûn ku divê pirsgirêk bi rêya diyalogê werin çareserkirin û divê hewl bên dayîn ku alozî li herêmê kêmtir bibin. (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *