Fransa, Almanya û Brîtanyayê hişyariyeke tund da Komara Îslamî ya Îranê û ragihandin ku sebra wan a dîplomatîk ber bi dawîbûnê ve diçe. Her sê welatên mezin ên Ewropayê eşkere kir ku eger Tehran di demeke kurt de venegere ser maseya danûstandinên nukleerî, ew amade ne ku cezayên giran ên Neteweyên Yekbûyî (NY), yên ku berê hatibûn rakirin, ji nû ve ferz bikin.
Ev gav piştî serdemeke tijî alozî hat ku tê de tengezarî li ser bernameya nukleerî ya Îranê gihîştiye asta herî bilind. 2 meh berê, tesîsên nukleerî yên Îranê rastî êrîşên esmanî yên Amerîka û Îsraîlê hatibûn. Her çend di hevdîtinên meha borî yên li Tirkiyeyê de pêşniyareke nû ji Îranê re hatibû kirin ku mohlet heta meha Îlonê bê dirêjkirin, lê Tehranê heta niha bersiveke erênî nedaye wê pêşniyarê.
Mohleta yasayî ya cezayên heyî yên NYyê di 18ê Cotmehê de dê bi dawî dibe. Ji ber vê yekê, bloka E3yê dixwaze berî wê tarîxê tevbigere da ku zextê li ser Îranê bidomîne û rê li ber metirsiya çekên nukleerî bigire.


