Serokê Şaredariya Şişliyê ya Stenbolê Resul Emrah Şahan hat desteserkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de, Serokê Şaredariya Şişliyê Resul Emrah Şahan hat desteserkirin.
Li mala Resul Emrah Şahan lêgerîn hat kirin û ew hat desteserkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de derbarê 105 kesan biryara desteserkirinê hat dayîn.
Di heman çarçoveyê de derbarê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu û şêwirmendê wî yê çapemeniyê Murat Ongun biryara desteserkirinê hat dayîn.
Serokê Şaredariya Beylîkduzuyê Murat Çalik jî di çarçoveya heman lêpirsînê de hat desteserkirin. (Rûdaw)