Mazlûm Abdî: “Bo Sûriyekî aram û bi îstîqrar agirbesekî berfireh pêwiste”

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Abdî ragihand ku bo Sûriyekî aram û bi îstîqrar, agirbesekî berfireh pêwiste û serkeftina pêvajoya demkî girêdayê agirbesêye.

Mazlûm Abdî, îro an ku di 17 Adara 2025an de, ji ber di êrîşâ Tirkiyê de li Kobaniyê, ji heman malbatê 9 kes hatin kuştin, di ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de ragihand:

“Malbatekî li gundewarê Kobaniyê, di êrîşa bombebarana Tirkiyê de, ji heman malbatê 9 hatin kuştin. Ji malbata wan re sersaxiyê dixwazim û bo birîndaran şîfayê dixwazim. Malbata cotiyar û zarokên wan xistine hedefa xwe û ev sûcekî li hemberê miroviyêye.

Divê hukumeta demkî ya Sûriyê, berpirsiyariya hemwelatiyên xwe ya ji aliyê dewletên din de tên kuştin, bigre ser xwe. Bang dikim ku koalîsyona navdewletî bo êrîş bi dawî bibin, bikeve nav tevgerê.” (PK)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *