Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbockê li ser peymana Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer got, “Tevlîkirina Kurdan a di saziyên hikûmî û ewlehiyê de, nîşaneya xurt a Sûriyeya yekgirtî ye.”
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer 10ê Adarê peymaneke ku ji 8 xalan pê tê îmze kiribû.
Li gorî peymanê, HSD dê bibe beşek ji saziya ewlehiyê ya dewleta Sûriyeyê.
Bi serperiştiya Yekîtiya Ewropayê, konferansa salane ya komkirina piştgiriyê ya ji bo Sûriyeyê tê lidarxistin.
Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock ragihand, “Mijara ku em îro li ser diaxivin, pirsa Sûriyeyê ye. Piştî sê mehan em li Sûriyeyê ronahiyê dibînin lê di heman demê de em sîbera jî dibînin.
Di konferansê de em dîsa bi zelalî dibêjin, em wekî Ewropî li pişt gelê Sûriyeyê ne, li pişt Sûriyeyeke aram û giştgir in.
Em behsa sê mehên borî dikin ku li ser serdana min û hevtayê min ê Fransî derbas bûye.
Aştî wê demê pêk tê ku pêvajoya siyasî her kesî li xwe bigire û ji bo her kesî be.”
Bearbockê derbarê şer û aloziyên heftiya borî jî wiha anî ziman:
“Pirsa êrişkirina li ser sedan kesên sivîl û binpêkirinên ku hatine kirin, divê hikûmet zelal bike, berpirsyaran bibîne, wan bidarizîne û biselimîne ku kontrol heye li ser hemû saziyên ewlehiyê de.”
“Tevlîkirina Kurdan nîşaneya xurt a Sûriyeya yekgirtî ye”
Wezîra Karên Derve ya Almanyayê behsa mijara Kurdan jî kir û wiha got:
“Tevlîkirina Kurdan a di nav saziyên fermî û ewlehiyê de, nîşaneya xurt a Sûriyeya yekgirtî ye. Tenê pêvajoyeke giştgir dikare aramî û aştiyeke berdewam pêk bîne.”
Baerbockê derbarê destûra demkî de got, “Giring e destûra qonaxa veguhestinê jî van mafan li xwe bigire.
Divê serokê welat, rol û berpirsyariyên giştgir ên xwe ji bo hemû welatiyên bi wekhevî bi kar bîne. Ev derfetek dîrokî ye, erkeke mezin e.”
Wezîra Alman piştgiriya welatê xwe ji bo Sûriyeyê ducare û got, “Îro di konferansa Sûriyeyê de em ducare dikin ku em li pişt hemû gelê Sûriyeyê ne û bi hêvî ne ku hemû alî di pêvajoyê de beşdar bin.”
Li aliyê din, Baerbockê behsa hûrgiliyên alîkariyên xwe yên ji bo Sûriyeyê kir û wiha pê de çû:
“Almanya ji bo vê erka mezin, 300 milyon euroyî terxan dike û bi Neteweyên Yekbûyî û saziyen din ên li herêmê de dixe xizmeta gel.
Alîkariya mirovî, saziyên civaka sivîl, alîkariya derûnî û saziyên perwerdeyê li xwe digire.” (Rûdaw)