Îro yekşemê bi meşeke girseyî ji ber baxçeyê giştî û şaredariyê ber bi goristana Helebceyê 37emîn salvegera kîmyabarana Helebceyê hat bibîranîn.
Serokatiyên Îraqê, nûnerên netewe û baweriyên cuda yên Îraq û Herêma Kurdistanê û parêzgar û berpirsên bajaran, her wiha serokatiyên Herêma Kurdistanê hatibûn vexwendin lê beşdarbûn kêm bû.
Serpereştiyarên merasîmê dibêjin, wan ji bo beşdarnebûna Komkujiya Helebceyê ti bahane nehiştine.
Li gorî gotina berpirsên Helebceyê balyozên Fransa, Almanya û Îranê razî bûne ku beşdarî merasîmê bibin.
Li asta xelkê jî, beşek ji xelkê Şingalê û Çemçemalê çûn bajar û beşdarî merasîmê bûne.
“31 milyon bûdce ji bo merasîmê neha veqetandin”
Birêvebirê Dezgeha Şehîdên Helebceyê Kamîran Mistefa ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:
“Ji 10ê Şubata 2025an ve bi rêya tedbîrên taybet bi nivîskî me ji Wezareta Şehîdan bûdce xwest.
Paşê wan jî şandiye Wezareta Darayî lê heta 15ê Adara 2025an razîbûn nehatiye dayîn û pere ji me re nehatiye terxankirin.”
Birêvebirê Dezgeha Şehîdên Helebceyê diyar kir ku wan 31 milyon xwestiye û ew pare hemû dê neyê xerckirin.
Li gorî gotina Kamîran Mistefa ew li bendê ne ku Wezareta Darayî ya pereyan ji wan re bişîne.
Kamîran Mistefa Wezareta Darayî rexne kir ku roja dabeşkirina meaş û salvegera kîmyabaranê bi hev re hatine danîn.
Kamîran Mistefa behsa wê biryarê jî kir û got:
“Me xwest roja şemiyê meaş were belavkirin da ku derfet hebe xelk hemû beşdarî merasîmê bibin ne ku dabeş bibin di navbera wergirtina meaş û beşdariya merasîmê de.
Daxwaza me hat redkirin û sala borî jî heman tişt hat kirin.”
Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê ragihand ku xelk di rojên piştî merasîma bibîranîna kîmyabaranê de jî dikarin biçin bankê û meaşên xwe wergirin.
Parêzgarê Demkî ya Helebceyê 20ê mehê dê dest bi kar bike
Qeymaqama Helebceyê Nûxşe Nasih wekî parêzgera demkî ya Helebceyê hat destnîşankirin û dê 20ê Adarê dê dest bi kar bike.
Birêvebirê nahiya Bemoyê ya Helebceyê Simko Salar jî dê bibe qaymaqamê navçeya navendî ya Helebceyê.
Parlamenterê Parlamentoya Kurdistanê Kawe Elî ji Rûdawê re got:
“Di meha yekê ya îsal de nivîseke taybet li ser destnîşankirina Nûxşe Nasihê wekî parêzger ji Wezareta Karên Navxwe re hat şandin da ku ji Encûmena Wezîran bê agahdarkirin. ”
Nalîn û êşa qurbaniyên çekên kîmyayî
Piştî 37 salan hîn êş û derdên kesên bi çekên kîmyayî birîndar bûne berdewam dike.
Ew kesên ku bi çekên kîmyayî birîndar bûne divê li nexweşxaneyê çareseriyê wergirin lê ew nexweşxaneya ku li Helebceyê hatiye danîn ne amûr lê hene ne jî karmend.
Ev yek jî bûye sedem ku birîndarên çekên kîmyayî biçin Hewlêr an Silêmaniyê û li wan deran tedawiyê bibînin.
11 sal in nexweşxaneya çekên kîmyayî temam bûye lê nexweşxane nehatiye radestkirin û hinek cihên wê wêran bûne.
Birêvebirê Tenduristiyê yê Helebceyê Azad Mistefa ji Rûdawê re got, “Ti zextek nebû ku kompanya karê xwe yê netemamkirî temam bike.”
Azad Mistefa di berdewamiyê jî de li ser rewşa nexweşxaneyê wiha got:
“Bi piştgiriya Fransa, Almanya, Îran û Tirkiyeyê me beşeke pêdiviyên xwe çareser kirine.
Gelek hewl hat dan ku bi vî awayî û bi kêmasî nexweşxane were radestkirin lê me ev yek qebûl nekiriye û em vê yekê wekî kufra îdarî dibînin.”
Li Helebceyê hejmara ew kesên ku bi çekên kîmyayî birîndar bûne 250 kes in.
Ew birîndar divê rojane yan heftane biçin cem bijîşkan.
Metirsî li ser 25 kesan heye ku bînahiya çavên xwe ji dest bidin û pêwîstiya wan bi wê yekê heye ku bi berdewamî tedawiyê bibînin.
Pêvajoya parêzgehbûna Helebceyê
Projeyasaya parêzgehbûna Helebceyê du xwendin jê re hatine kirin lê deng li ser wê projeyasayê nehatiye dayîn.
Îlona 2023yan du xwendin jê re hatine kirin lê dema gihişt dengdanê, projeyasayên din ên fraksiyonên Sunî û Şîeyan jî bûn rojev û wan xwestin herêmên xwe jî bikin parêzgeh, bi vî awayî hewlên ji bo vê yekê bi ser neketin.
Roja 14ê Adara 2025an Serokê Komîteya Herêm û Parêzgehan a Parlamentoya Îraqê Xalid Samerayî got:
“Min nivîsek ji bo Serokê Parlamentoyê û her du alîkarên wî re şandiye û tê de xwestiye ku projeyasaya parêzgehbûna Helebceyê careke din bikeve dengdanê.”
Li gorî agahiyên Rûdawê, li komîteyê deng li ser projeyasayê hatiye dayîn û hatiye pejirandin.
Du caran jî hatiye xwestin ku Serokatiya Parlamentoyê dengdana li ser parêzgehbûna Helebceyê bixe nav bernameya xebatên xwe.
Ev di wê demê de ye ku berevajî salên berê 16ê Adarê îsal li Îraqê wekî betlaneyeke fermî hat îlankirin.
Endamê Parlamentoya Îraqê Musenna Emîn ê ji Fraksiyona Yekgirtûyê ji Rûdawê re got, “Dengekî bihêz heye ji bo dengdana li ser projeyasayê lê nikarim bibêjim hevdengî li ser heye.”
Kameran Mistefa jî dibêje, “Hemû fraksiyon li Îraqê û fraksiyona Kurdistanê jî piştgiriyê didin pêvajoyê parêzgehbûna Helebceyê.”
Musenna Emîn jî got, “Hinek kom, di nav de fraksiyona Hevpeymaniya Feth, bi awayekî projeyasa asteng kirine, yan jî wisa kirine ku neçar bikin ku deng bidin projeyasayeke wan, wekî mînak projeyasaya Heşdî Şebî.”
Her wiha ji bo dengdanê îmzeyên parlamenteran hatine komkirin û radestî Serokatiya Parlamentoyê hatine kirin.
Parlamentera Helebceyê ya Parlamentoya Îraqê Çiro Mihemed Şerîfê jî diyar kir ku wê nêzîkî 120 îmze ji bo dengdana li ser projeyasaya Helebceyê kom kiriye û bi bîrnameyekê ji Serokatiya Parlamentoya Îraqê re şandiye.
Çiro Mihemed Şerîfê ji Rûdawê re ragihand ku di dema komkirina îmzeyan de helwesta fraksiyonan erênî bûye û piştgiriya xwe ji bo projeyê nîşan dane.
Serokatiya Parlamentoyê jî soz daye ku di demeke nêzîk de projeyê bixin dengdanê.
Nebûna ceza û dosyayên kompanyayan
Kompanyayên Alman, Fransa, Holende û Amerîkayê keresteyên kîmyewî dan Îraqê û ew li Helebceyê hatin bikaranîn.
Hin kompanyayên Almanyayê di avakirina bingehên hilberîna çekên kîmyayî yên Îraqê xwedî roleke girîng bûn.
Bi taybetî Kargeha Samerrayê û kompanyayên wekî Karl Kolb û kompanyaya WET serkêşên vî karî bûn.
Her wiha kompanyayên Fransayê jî hinek keresteh û teknolojî şandin Îraqê û hinek kompanyayên Holendî jî keresteyên kîmyayî ji Îraqê re şandin.
Kompanyayên Amerîkayê jî hinek keresteyên pêwîst dan Îraqê da ku bo programa çekên kîmyayî yên gaza xerdelê û gaza esaban (Sarîn û VX) ku li Helebceyê hatin bikaranîn bi pêş bixe.
Bi kereste û teknolojiya van kompanyayan û welatan hatin berhemanîn Îraqê çekên kîmyewî çêkirin.
Li gorî belgeyan ew kompanyayên ku çek û amûrên kîmyewî dane Îraqê ev in:
Almanya:
Karl Kolb GmbH
Water Engineering Technology (WET)
Pilot Plant
Heberger & Ling
Mavis/Hermann C. Starck
Preussag
Kompaniyên din ên Ewropayê:
Phillips Export – Holendî
Melchemie – Holendî
Techniconsult Export – Îtalî
PCNA – Îtalî
SNIA – Îtalî
Kompaniyên Amerîkî:
Alcolac International
Phillips Petroleum
Hinek ji van kompanyayên bi awayekî nerasterast beşdarî vî karî bûn lê li gorî lêkolînan, piraniya wan ji armanca dawî ya berhemên xwe haydar bûn.
Hinek doz li ser wan kompanyayan hebûn lê piraniya wan cezayên kêm wergirtin.
Li Almanyayê, nêzîkî 50 kompanya di lêkolînên dadgehê de navên wan hatine gotin û herî kêm sê dozên mezin li dadgehên Almanyayê hatine tomarkirin.
Dozên herî girîng dijî kompanya Karl Kolb û Pilot Plantê bû.
Li Holandayê, 2 doz hatine vekirin. Li Amerîkayê 3-4 dozên sereke hatine vekirin ku doza dijî kompanya Alcolacê yek ji dozên herî girîng bû.
Derbarê bi dawîbûna van dozan
Tenê çend doz bi cezakirina kompanyayan bi encam bûn, ew jî piranî caran bi cezayên pereyî yên sivik bi dawî bûn.
Kompaniya Karl Kolb a Almanyayê bi dayîna hinek pereyan hat cezakirin.
Alcolaca Amerîkayê bi tawana şandina keresteyên kîmyayî ji bo Îraqê cezayekî pereyî yê kêm wergirt.
Ti qerebûkirinek ji bo qurbaniyên Helebceyê ji aliyê van kompanyayan ve nebû. Piraniya dozan yan hatin betalkirin yan jî bi cezayên sivik bi dawî bûn.
Rûdaw