Rêxistinên Êzidiyan ji Şamê xwest ku danezana destûrê vekişîne

Nûnerên civaka Kurdên Êzidî ji Hikûmeta Sûriyeyê xwest ku danezana destûrê paşde vekişîne

Nûnerên civaka Êzidî ya Sûriye û Rojavayê Kurdistanê xwest ku danezana destûrî ya Sûriyeyê paşde bê kişandin û ji nû ve amadekirina wê li gorî prensîba wekheviyê kirin.

Rêxistinên Êzidiyên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê li dijî danezana destûrî ya qonaxa derbasbûnê ku ji aliyê Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şara ve hatiye îmzekirin, daxuyaniyeke hevbeş belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku xalên danezana destûrê li dijî berpirsyariyên navneteweyî yên Sûriyeyê ne.

Di nav van berpirsiyariyan de Peymana Navneteweyî ya Mafên Medenî û Siyasî, Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan û Peymana ji bo Nehiştina Hemû Cureyên Cudahiyên Nijadî hene.

Saziyên ku li ser daxuyaniyê îmze kirine, dan zanîn ku ola Êzidî li Sûriyeyê piştî Îslam û Xiristiyaniyê sêyemîn ola herî mezin e û ev ol xwedî kokên dîrokî yên kûr e.

Lê hat gotin ku Hikûmetên Sûriyeyê tu carî Êzidiyan wekî kêmneteweyeke olî ya cuda nas nekirine û qanûnên ku mafên wan biparêzin jî nehatine derxistin.

Di daxuyaniyê de hat rexnekirin ku daxwazên Sûriyeyiyan ên ku sala 2011an ji bo azadî, edaletê û wekheviyê derketibûn kolanan hatine piştguhkirin û li dijî rêkeftina bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re tevgerîn hatiye kirin.

Rêxistinên Êzidiyan ên ku li dijî danezan derketin, tekez dikin ku xala ku dibêje “Tenê Misilman dikarin bibin Serokomar, dijî prensîba wekheviyê ye.”

Her wiha hat gotin ku qebûlkirina hiqûqa Îslamê wekî çavkaniya sereke ya destûrê, cudahiya li ser bingeha mezhebî xurttir dike.

Di dawiyê de jî nûnerên civaka Êzidî ji hikûmeta Şamê xwest ku danezana destûrî paşde bê kişandin û pêşniyar kir ku komîteyek ji hemû komên etnîkî û olî yên Sûriyeyê bê avakirin û danezanê bi awayekî ku mafên wekhev dide hemû welatiyan ji nû ve amade bike.

Rêxistinên ku daxuyanî îmze kirine ev in:

– Yekîtiya Êzidiyên Sûriyeyê

– Weqfa Êzidîna

– Yekîtiya Jinên Êzidî yên Rojavayê Kurdistanê

– Yekîtiya Ciwanên Êzidî yên Sûriyeyê

– Civaka Êzidiyên Sûriyeyê – Hevbendî

– Meclisa Êzidiyên Serê Kaniyê

– Mala Êzidiyên Herêma Cizîrê û Åžaxên wê: Hesekê, Amûdê, Dêrikê, Serê Kaniyê

– Yekîtiya Êzidiyên Efrînê û Åžaxên wê: Efrîn, Heleb û Herêma Åžehba

– Komeleya Êzidiyên Kanî Spî

– Meclisa Bilind a Êzidiyan

– Mala Êzidiyên Helebê

– Mala Êzidiyên Zîgîn

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *