Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer ragihand ku welatê wî bi “gefeke nû” re rû bi rû ye.
Ehmed Şer her wiha îdia kir ku “bermayiyên rejîma Esed” û “hêzên derve” yên ku piştgiriyê didin wan, dixwazin fitneyeke nû biafirînin da ku Sûriyeyê ber bi şerê navxweyî ve bibin.
Li berava Sûriyeyê, li herêmên Elewiyan di şer û pevçûnan de bi sedan kes hatin kuştin.
Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer li ser bûyerên berava Sûriyeyê peyameke vîdioyî belav kir.
“Armanca wan ew e ku li Sûriyeyê şerê navxweyî rû bide”
Ehmed Şer di daxuyaniya xwe de behsa bûyerên li herêmên beavê yên di demên dawî de qewimîn kir û amaje pê kir ku rewşên bi vî rengî berê jî çêbûne û lê bi berxwedana xelkê hatine astengkirin.
Ehmed Şer îdia kir ku krîzên heyî ne yên kêliyekê ne, berevajiyê vê ew encama mudaxeleyên sîstematîk ên hêzên ku hewl didin aramiya Sûriyeyê têk bibin û got:
“Ev cara yekem nîne ku diqewime. Beriya nêzîkî mehek û nîvan jî hewldaneke bi vî rengî çêbû û bi îzna Xwedê hat astengkirin.”
“Rejîmê welat bi birînên kûr hişt”
Ehmed Şer amaje pê kir ku rejîma Esed a ku hatiye rûxandin welat ber bi kavilbûneke mezin ve biriye û wiha pê de çû:
“Hemû zilm û zordariya rejîmê wekî zindan, saziyên ewlehiyê, şkence, bikaranîna çekên kîmyewî, koçberkirina bi darê zorê û rûxandina malan azar û êşên mezin li pey xwe hiştin.
Dê ne hêsan be ku em van birînan derman bikin.”
Şer destnîşan kir ku destpêkê hêzên rêveberiya nû ji bo “parastina aramiya civakî û rêlibergirtina tevliheviyê” çûbûn taxên Elewî û herêmên ku bi rejîma Esed ve girêdayî ne lê ew hêz hatin hedefgirtin
“Sûcdar dê derkevim pêşberî edaletê”
Bi gotina Ehmed Şer yên ku 14 sal in sûc li dijî gelê Sûriyeyê kirine îro jî bi rêbazên hevşêwe hewl didin kaosê derxînin.
Wî got, “Ew kesên ku van sûcan dikin, heman ew kes in ku 14 salên dawî zilm li xelkê Sûriyeyê kiriye.”
Ehmed Şer her wiha tekezî li ser wê yekê kir ku her kesê bibe sedema zererê yan jî desthilata dewletê ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî bi kar bîne dê were darizandin û wiha domand:
“Ti kes ne li ser hiqûqê ye. Her kesê ku destê xwe bi xwîna xelkê Sûriyeyê lewitandiye zû yan jî dereng, dî derkeve pêşberî edaletê.”
“Em dê destûrê nedin perçebûna Sûriyeyê”
Serokkomarê Sûriyeyê herî daî jî got:
“Em dê destûrê nedin ti hêz hewl bide me perçe bike yan aştiya me ya navxweyî têk bibe. Sûriye dê bi yekîtiya xelk û şervanên xwe yên qehreman li ser pêyan bimîne.”
Amarên bûyerên li beravê
Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) eşkere kir ku li rojavayê Sûriyeyê ku bi piranî Elewî lê dijîn di çar rojên borî de 1018 kes hatine kuştin ku piraniya wan sivîl in.
SOHRê diyar kir ku di nav kuştiyan de 745 sivîl, 125 endamên hêzên hikûmetê û 148 alîgirên rejîma Esed hene.
Li gorî AFPyê jî 1311 kuştî hene ku 231 ji wan endamên hêzên hikûmetê, 250 ji wan alîgirên rejîma Esed û 830 ji wan jî sivîl in.
Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer îlan kir ku li ser bûyerên li beravê komîteyeke serbixwe hatiye avakirin. (Rûdaw)