Amerîka: Em hêvîdar in Îraq sûdê ji gaza Herêma Kurdistanê wergire

Hikûmeta Amerîkayê dawî li lêborîna Îraqê anî ku rê dida gaza Îranê bikire.

Berdevkekî bi navê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji Rûdawê re ragihand, “Em hêvîdar in ku sûda çavkaniyên gazê û şiyana hilberîna Herêma Kurdistanê ji bo hemû Îraqê hebe.”

Berdevkekî bi navê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê li ser biryara Amerîkayê ya li ser rêdana kirîna gaza Îranê ya Îraqê bi rêya emailê bersiva Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde da.

Wî berdevkî ragihand, ew gava Washingtonê ya li hemberî Îraqê “ji bo dilniyabûnê ye ku Îran ti hêsankariyên aborî û darayî bi dest nexe.”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê amaje bi çavkaniyên cihgir ên gaza Îranê da û anî ziman:

“Em hêvîdar in ku her Îraqiyek sûda çavkaniyên gazê û şiyana hilberîna Herêma Kurdistanê ji bo hemû Îraqê hebe.

Ev derfetek e ji bo bihêzkirina pêwendiyên navxwe yên Îraqê.”

Berdevkê Wezaretê da zanîn:

“Kompanyayên Amerîkayê jî amade ne û çavdêriya wê dikin ku di zêdekirina hilberîna gaza xwezayî ya li Herêma Kurdistanê alîkariya hikûmetê bikin.”

“Zexta herî zêde”

Îdareya Trump doh biryar da ku Hikûmeta Îraqê ji bo hilberîna karebayê êdî gaza Îranê nekire.

Ev jî di çarçoveya bicihkirina siyaseta “zexta herî zêde” ya li ser Îranê de gaveke nû ya Hikûmeta Amerîkayê ye.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê got:

“Ev biryar di çarçoveya rêkara taybet a ewlehiya niştimanî ya Serok de ye da ku em piştrast bin ku rê neyê dayîn Îran ti hêsankariyên aborî û darayî bi dest bixe.”

Berdevkê Wezaretê derbarê siyaseta Amerîkayê ya di warê petrol û gaza Îraq û Herêma Kurdistanê de jî anî ziman:

“Em ji Hikûmeta Îraqê dixwazin ku di demeke herî kurt de dawiyê bi girêdana bi çavkaniyên enerjiyê yên Îranê bîne.

Em ji bo bidestxistina serxwebûna di warê enerjiyê de bi germî pêşwaziyê li pêbendiya Serokwezîrê Îraqê dikin.”

Berdevkê Wezaretê bi dûr dibîne ku biryara Amerîkayê bandoreke mezin li elektrîka Îraqê bike û got:

“Ew elektrîka ku ji Îranê hatiye hawirdekirin, ew qasî bandorê li dabînkirina karebayê ji bo gelê Îraqê nedikir.

Sala 2023yan hawirdekirina karebaya Îranê, tenê ji sedî 4 a bikaranîna karebayê ya Îraqê tijî kiribû.” (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *