Îran: Uranyuma dewlemendkirî wekî axa me pîroz e

Berpirsên Komara ÃŽslamî ya ÃŽranê daxuyaniyên Donald Trump red dikin û dibêjin uranyuma wan a dewlemendkirî wekî “axa ÃŽranê pîroz e”.

Wan ragihand ku ew uranyuma xwe ji bo ti deran venaguhêzin.

Berdevkê Komîteya Ewlehiya Niştimanî ya Parlamentoya Îranê Îbrahîm Rezayî ragihand ku Tehran bi ti awayî qebûl nake ku uranyuma dewlemendkirî biçe derveyî Îranê.

ÃŽbrahîm Rezayî destnîşan kir ku ÃŽran “bi tundî red dike” dest ji dewlemendkirina uranyumê berde yan bernameya xwe ya nukleerî ya “aÅŸtiyane” rawestîne.

Li gorî gotina Rezayî, ÃŽran vê mijarê wekî “xeteke sor a stratejîk” dibîne û anî ziman ku ÃŽranê ti soz nedane ku uranyuma xwe radestî Amerîkayê yan jî welatekî din bike.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî ji ajansa Tesnîmê re axivî û got:

“Uranyuma dewlemendkirî ji bo me bi qasî axa ÃŽranê pîroz e û di ti rewÅŸan de ji bo ti deran nayê veguhastin.”

Ev berteka tund a Tehranê piştî daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump hat.

Trump çend caran îdia kiribû ku di peymaneke nû de Îran dê uranyuma xwe radest bike.

Daxuyaniyên Donald Trump

Donald Trump roja înê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî nivîsandibû, “Amerîka dê hemû toza atomî wergire.”

Trump her wiha ragihandibû ku di çarçoveya peymaneke aştiyê ya li gel Îranê de, Washington û Tehran dê bi hev re uranyumê ji qadên nukleerê yên Îranê derxin û veguhêzin Amerîkayê. (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *