Ehmed Şer li ser şerê li perava Sûriyeyê axivî

Serokkomarê Sûriyeyê li ser şerê li Laziqiye û perava Sûriyeyê got, “Sûriye ji rojhilat heta rojava, ji bakur heta başûr yek laş û êrişa li ser her deverekê tê wateya êrişa li ser tevahiya welêt.”

Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer bangî hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê kir û anî ziman, “Li dîlan mexin û binpêkirinan kontrol bikin.”

Şer derbarê şer û pevçûnên li Laziqiyeyê da zanîn:

“Tiştên ku doh şev qewimîn careke din nîşan da ku welatê me bi gelekî wiha di ewlehiyê de ye.

Sûriye îro yek laş e. Eger ziyan bigihêje bajarekî, hemû bajar dê herin alîkariya wî.”

Serokkomarê Sûriyeyê da zanîn:

“Sûriye ji rojhilat heta rojava, ji bakur heta başûr yek laş û êrişa li ser her deverekê tê wateya êrişa li ser tevahiya welêt.”

Ehmed Şer diyar kir ku “rewatiya têkoşîna wan a li hemberî êrişên hêzên rejîma berê” û got:

“Em, di têkoşîna parastina welatê xwe de bi rûmet şer dikin.

Şerê me ne ji bo tunekirinê, ji bo avakirina welatê me ye.

Lê şerefa dijminên me nînin û ji rijandina xwînê natirsin.

Destên wan ên qirêj bi xwîna gelê Sûriyeyê sor bûye.

Me lêborîn hilbijart lê ew bi heman rêbazan êrişên xwe didomînin.”

“Êriş nayên qebûlkirin”

Şer diyar kir ku “hêzên rejîma berê” êrişî nexweşxaneyan dikin, sivîlan ditirsînin û ev êrişeke li dijî tevahiya gelê Sûriyeyê ye û da zanîn:

“Ev sûcek e ku nayê efûkirin. Êrişa çekdaran a li nexweşxaneyan tevgereke dijî mirovî ye.

Dê berdêla van sûcên li dijî gelê Sûriyeyê giran be.

Bangî hemû êrişkaran dikim, çekên xwe deynin û teslîm bibin. Eger na, sînorê sebra me heye.”

Serokkomarê Sûriyeyê destnîşan kir ku artêş û hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê di parastina sivîlan de bi hestyarî tevdigerin û anî ziman:

“Bilezg û dîsîplîna artêş û hêzên me yên ewlehiyê ya di pêkanîna erkên xwe û parasina ewlehiya sivîlan de hêjayî pesindayînê ye.

Ez vê talîmatê didim wan, kes bila zêdegaviyê neke, bertek li gorî prensîbên me bin.

Li dîlan mexin û binpêkirinan kontrol bikin.

Tiştê ku me ji dijminên me cuda dike, girêdana me ya bi prensîbên me ve ye.”

Ehmed Şer her wiha anî ziman:

“Ya ku dê careke din Sûriyeyê ava bike ev girêdana gelê me ye.

Bêyî vê hezkirin û yekîtiyê welat nayên avakirin.”

Çi bûbû?

Li bajarên Laziqiyê û Ceblê yên Sûriyeyê doh di navbera komên çekdar û hêzên Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de şer û pevçûnên dijwar derketin.

Hêzên Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê dibêjin ku ew êrişî pêkhateyan nakin û komên çekdar ên ku êrişî wan dikin bermahiyên rejîma berê ne.

Li gorî zanyariyên taybet ên Rûdawê, operasyonên leşkerî li bajarê Laziqiyeyê û Banyasê bi dawî bûne û niha Hêzên Ewlehiya Giştî li endamên komên çekdar di nava malan de digerin.

Piştre jî ew dê berê xwe bidin bajarê Ceblê û hemû bajarên berava Sûriyeyê.

Heta niha di şer û pevçûnan de ji 140î zêdetir kes hatine kuştin û gelek birîndar hene.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *