Civaknas û nivîskar Îsmaîl Beşîkçî ku bi xebatên xwe yên li ser Kurdan û pirsgirêka Kurd tê nasîn, di derbarê banga Serokê PKKê Abdulah Ocalan de bertek nîşan da û got, “We ji bo çi 40 salan şer kir?”
Îsmaîl Beşîkçî li ser banga Abdullah Ocalan a di 27ê Sibatê de ku ji aliyê şanda İmraliyê ve hat xwendin di Forûma 3yemîn a Hewlêrê ya di 26 û 28ê de hat lidarxistin axivî.
Axaftina Îsmaîl Beşîkçî wiha ye:
“Banga Abdullah Ocalan,
Di 27ê Sibatê de banga Abdullah Ocalan hat: Di vê mijarê de ez dixwazim vê bibêjim:
40 sal in em li ber xwe didin. Daxwazên me, armanca me çi bûn? Ji ber vê sedemê me 50-60 hezar kes, belkî zêdetir jî winda kir.
Çima îro Devlet Bahçelî ku her cara devê xwe vedike dibêje ‘Divê Partiya DEMê bê girtin’, ê ku gotinên herî sivik ên li ser saziyên Kurdan dibêje, bi telefonê yek li pey hev spasiya rêveberên DEMê dike.”
Abdullah Ocalan dibêje bila Kurd doza otonomî, federasyon û mafên çandî nekin. Dibêje “Divê bi dewletê re entegre bibin.” Ev tê wê wateyê ku Kurd di nav civaka Tirkiyeyê de bihelin. Pêwîstî hebû ji bo em bigihin vê qonaxê em di gelek şer, wêranî û mirinan re derbas bibin?
Ma endamekî PKK û KCKê nîne ku van mijaran ji Abdullah Ocalan bipirse?
PKK têgehên wekî demokrasî û azadiyê gelek caran bi kar tîne. Werin em binihêrin gelo me têra xwe azadî bi dest xistiye ku em van pirsan bipirsin. Ma wan têra xwe azadî di nava xwe de çêkiriye ku van pirsan bikin? Ev hawirdor çêbûye yan na, ev jî rewşeke ku divê bê lêkolînkirin e. ” (PK)