Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî ragehand, di vê meha Remezan a pîroz de hin projeyên xêrxwaziyê hene ku hejarekî zêde ew kesên ku pêwîstiya wan pê heye dê ji wê projeyê sûdmend bin.
Îro 04.03.2025ê Serokê Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî Musa Ehmed di civîneke çapemeniyê de ragehand: ‘’Îsal di yekem roja meha Remezan a pîroz de me dest bi projeyên xizmetê kir, ji bo vê heftiya yekem a Remezanê jî, ji îro pê ve em destpê dikin ji bo dabeşkirina zêdetir ji yek milyon dolar pare li ser zêdetir ji 3 hezar zarokan, ku di çarçoveya projeya azîzan de ne dê jê sûdmend bin.’’
Herwaha got: ‘’Heta naha zêdetir ji 80 milyon dolar li ser 80 hezar zarokan hatiye dabeş kirin, îro jî dê yek milyon û 361 hezar û 440 dolar li ser 3 hezar û 562 zarokan bê dabeş kirin. Herwaha çar milyon dolarê din jî, ji bo 11 hezar zarokan hatiye cuda kirin. Dê heftiya pêş de xwarin ji bo 15 hezar malbatan bê dabîn kirin.’’ (BN)