Îro, Roja Cîhanî ya Parastina Ajelên Kûvî ye û li devera Barzan jî, her roj roja parastina ajelên kûvî û roja parastina jîngehê ye.
Li devera Barzan zêdetir ji 100 salan ne parastina jîngehê bi qedexekirina birîna daran, gihandina zirarê bi sirûşt û nêçîra ajelên kûvî û çûkan, tê kirin.
Zêdetir ji 100 salan e ajalên kûvî li Barzanê di bin ewlehiyê de dijîn. Devera Barzan li Herêma Kurdistanê û Iraqê, heta ji bo welatên cîran jî bûye mînakeke ciwan a parastina jîngehê.
Jîngehparêz Hêriş Reşîd dibêje, di serdema Şêx Ebdulselam Barzanî û Şêx Ehmed Barzanî de, biryar hat dayîn ku jîngeh, çûk û jîngehên kûvî bên parastin. Ji wê demê ve li deverê parastina jîngeh, ajelên kûvî û çûkan, bûye çandek.
Jîngehparêz Mihemed Emîn Ehmedî jî got: “Parastina jîngehê erkekî niştimanî û mirovî ye, ku ji ber bicîkirina sîstema berê li deverê, xelk parastina jîngeha devera xwe, weke erk û zext li ser xwe nabînin. Divê her kes bizane ku ev erkekî mirovî ye û divê parastina jîngehê bikin.”
Her dema ku ajelên kûvî yên devera Barzan pêwîstiya wan alîkariyê hebe, xelk tên alîkariya wan dikin û Pêşmergeyên Jîngehê agahdar dikin û Pêşmerge jî xizmetguzariyan ji wan re pêşkêş dikin, heta ku tenduristiya wan çareser dibe. (K24)