DI GÊRÎNOKÊN PÊVAJOYÊ DE PÊWÎSTÎ BI ASO Û PARADÎGMAYEKE NETEWÎ HEYE! -3

Pirsgirêk teror e yan çareserîya doza kurd e?

Dewleta Tirkîyeyê dibêjê: “Problema me, hebûna terorê ye, em biryardarin ku terorê bi dawî bînin. Bi navê pirsa kurd tu pirs tune ye!”. Medyaya Tirk jî di heman demê de eynî tiştî dibêje. Çîrokên “eşkîya, feodalizm, terorê” her dem di rojevê de ne. Gava mijar bi vî rengî bê tespît kirin, aktor û metodên “çareserîyê” jî  dê cûda bin.

Ji bo çareserîyeke rasteqîn, divê nav û çerçeweya pirsgirêkan rast bê tespît kirin.

Em dibêjin problem, problema Pirsgirêka Kurd û Kurdistanê ye. Divê gavên çareserîyê li ser bingeha bidestxistina mafên ji milletbûnê tên, bêne meşandin. Ji ber wê yekê, em dibêjin divê hemû beşên milletê Kurd ên sîyasî, demokratîk, sivîl, li ser bingeha berjewedîyên netewî, daxwazên acîl, ji bo avakirina temsilîyeteke kurdi di nav hewldanan de bin. Divê mixetab ev temsîlîyeta kurdî be. Kar û xebatên bi vî rengî, ji bo berjewendîyên netewî û meşrûîyeteke netewî pewîst e. Ji ber wê yekê divê dîyalog û hewldanên pêvajoyê li ser vê bingehê bimeşin û bi şêweyeke şefaf bi civatê re bêne parve kirin.

Em dizanin, di derbarê pêvajoya “çareserîyê” de rola rêvebiriya Başûrê Kurdistanê gelekî gîring e û di heman demê de, rol û girîngîya rêzdar Serok Mesûd Barzanî li ber çavan e. Rêzdar Serok Mesûd Barzanî doh jî îro jî ji bo menfeetên milletê Kurd, ji bo çareserîyeke aştîyane, demokratîk, sîyasî hertim hewl daye, xebitîye, dixebite. Di pêvajoya 2013-2015an de jî rêzdar Serok Mesûd Barzanî gelek hewl da ku rê li ber çareserîyeke aştîyane, demokratîk, sîyasî  veke. Lê mixabin di hevdîtina Serok Barzanî ya li Enqereyê de, rêvebirên HDPyê guh nedan şîretên rêzdar Mesud Barzanî û rê li ber trajedî û travmayên şerê xendekan xweş kirin.

Îro jî rêzdar Serok Mesûd Barzanî cardin dixwaze bi tecrûbeyên xwe yên bi salan, bi bîr û bawerîyên ku berhema dîrokeke dijwar, dixwaze têkoşîn, ked û xebatên xwe yên bê hempa bixe xîzmeta milletê Kurd. Bi taybetî jî zext û metirsîyên li ser Rojavayê Kurdîstanê bala her kurdekî niştîmanperwer dikişîne. Rêvebirîya Başûr û Rêzdar Serok Mesûd Barzanî ji bo wê metirsîyê ji alîyan re got: “Divê hûn nakokîyên di nav we de deynin alîyekî û yekrêzîya xwe, temsîlîyeteke kurdî ava bikin.”  Ev nêrîn û tespît, ji alîyê hemû netewperweran ve hat pesinandin û piştgirîya xwe dîyar kirin. Me jî di her platformê û di daxuyanîyên xwe de piştgirîya xwe ji bo vê helwestê bi raya giştî re parve kir.

Hevdîtinên li gel rêzdar Serok Mesud Barzanî gelek gîring û dîrokî ne. Hevdîtina rêzdar Serok Mesûd Barzanî ya bi rêzdar Mazlûm Kobanî re, encama hişmendîya netewî ye; pêwendîyen bi ENKS û PYNKê re hatin kirin û yên îro jî didomin, dide nîşankirin ku li hemû beşên Kurdistanê  qebûl dibînin û weke hêvî û daxwazên milletê Kurd tê zanîn. Ev daxwazên milletê Kurd e û rêzdar Mesûd Barzanî jî vê rastîyê dibîne, dizane û li gorî wê pêwîstîyê tevdigere. Em dizanin di pêvajoyên dijwar û yên dîrokî de Pêşmergê  Kurdistanê Rezdar Mesûd Barzanî xwedî roleke taybet e!

Hevdîtina heyeta Îmralîyê ya li gel rêzdar Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê rêzdar Nêçirvan Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê rêzdar Mesrûr Barzanî, Serokê YNKyê rêzdar Bafil Talabanî, Cîhgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê rêzdar Kubat Talabanî; ji bo Bakur û Rojavayê Kurdistanê nîşana girîngîya Başûrê Kurdistanê ye. Aşkere ye ku li hev kirin û tifaqa PDK û YNKyê, dê tesîreke mezin li ser pêşeroj û qedera Başûr, Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê bike.

Di serî de rêzdar Serok Mesûd Barzanî, serokatî û hikûmeta Kurdistanê di pêvajoya îroyin de dikarin roleke mezin bicîh bînin. Lê divê alîyên muxatabin, wê bawerîyê bi helwest û sekna xwe nîşan bidin. Em hêvî dikin ku naveroka van hevdîtinên li pişt deriyan di navbera Dewleta Tirkîyeyê, Ocalan, DEM Partî û hwd de dimeşin, bi raya giştî re bêne parvekirin û hemû alîyên kurdî bi temsilîyeteke netewî, bi aqilekî kurdî rê li ber hewldanên Lozana duyem bigirin.

Em vekirî û bi zimanekî zelal dibêjin: îro, li Bakurê Kurdistanê ji bo rawestandina şerî, ji bo bicîhanîna daxwazên acîl ên kolektîf ên miletê Kurd; li Rojavayê Kurdistanê ji bo bidestxisitina statuyeke milî, cografî, sîyasî û destkeftîyên doza milletê Kurd, her gavên ku bêne avêtin, emê bi erênî binîrxînin, emê piştgirîya wê bikin. Li hemberî pêvajo û paradîgmayên li dijî berjewendîyên milletê kurd jî emê bertek û helwestên xwe bêşik û bêtirs nîşan bidin.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *