Qubad Talebanî: Pînekirinê em westandin -Vîdeo

Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî got, “Ez dixwazim hikûmet hema sibe pêk were lê divê sîstem diyar be, pînekirinê em westandin.”

Foruma Hewlêrê ya Sêyemîn doh saet 10:00an dest pê kir û dê heta 28ê vê mehê biajo.

Navenda Lêkolînan a Rûdawê, bi hevkariya bi hinek navendên lêkolînê û dezgehên navdar ên li Rojhilata Navîn û cîhanê re vê forumê li dar dixe.

Forum bi sernavê “Nedilniyayiyên Asêmayî di Paşeroja Rojhilata Navîn de” tê encamdan.

Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî di panela bi navê “Guherîna Avhewayê û Bandorên Wê li Ser Binpêkirina Mafên Mirovan li Îraq û Herêma Kurdistanê” birsiv da pirsên Şaho Emîn.

“Hewlên avakirina hikûmetê berdewam dikin

Qubad Talebanî ragihand ku hewlên ji bo avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê berdewam dikin û pêşveçûnên baş di vê pêvajoyê de hene.

Talebanî diyar kir ku di van salên dawiyê de pêwendiyên di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de ne baş bûn, ji ber vê jî asayî ye ku pêvajoya avakirina hikûmetê hinekî bi derengî ketiye.

Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê  da zanîn ku heta niha di danûstandinan de behsa postan nehatiye kirin got:

“Li gorî me, şirîktî tê wateya wergirtina berpirsiyariyê.”

“Pînekirinê em westandin”

Talebanî bal kişand ser girîngiya avakirina hikûmeteke bi hêz û got, “Ez dixwazim hikûmet hema sibe pêk were lê divê sîstem diyar be, pînekirinê em westandin.”

Bi gotina Qubad Talebanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê YNKyê Bafil Talebanî di wê hevnêrînê de ne ku divê hikûmet di demeke nêzîk de were avakirin û bi hêz be.

“Eger em li Kurdistanê bi hêz bin em dê li Bexdayê jî bi hêz bin”

Qubad Talebanî diyar kir ku PDK û YNK du partiyên cuda ne û dîroka wan a siyasî gelekî cuda ye.

Talebanî got ku gelek pirsgirêkên heyî li ser bingeha tirsê ne û anî zimên got, “Eger em li Kurdistanê bi hêz bin em dê li Bexdayê jî bi hêz bin.”

“Eger em yek bin kes nikare me”

Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bal kişand ser yekîtiya Kurdan û got:

“Eger em yek bin kes nikare bi me, lê eger em ji hev tertûbela bin dê me parçe parçe bikin.”

Qubad Talebanî da zanîn ku pêwendiyên YNK û Îranê û pêwendiyên PDK û Tirkiyeyê baş in û wiha got:

“Wiha tê nîşandan ku pêwendiyên YNK û Îranê û pêwendiyên PDK û Tirkiyeyê baş in û pêwendiyên bi aliyê din re xerab in lê tiştek ne ew qasî reş û spî ye.”

Wî da zanîn ku Silêmanî ne dijminê Tirkiyeyê ye û got, “Nabe ku Tirkiye bi çavên dijminan li me binêre.”

“Em hemû li benda peyama Birêz Ocalan in”

Talebanî amaje bi pêvajoya aştiyê ya Tirkiyeyê kir û got, “Em hemû li benda peyama Birêz Ocalan in.

Em piştgiriyê didin vê pêvajoyê, em ji bo nehiştina şer û avakirina aştiyê amade ne.”

“Divê em li gel Rojavayê Kurdistanê bin”

Wî derbarê rewşa Sûriyeyê de jî diyar kir, “Ji bo bihêzbûna pêgeha Kurdan a li Sûriyeyê divê em li gel birayên xwe yên li Rojava hemû hewlan bidin.”

Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser têkiliya bi HSDyê re jî got, “Em bi Mezlûm Ebdî re tim li ser xetê bûn da ku here Şamê.”

Qubad Talebanî herî dawî jî tekez kir ku divê Kurd bigihin mafên xwe û di sistama nû ya Sûriyeyê de bibin xwedî pêgeh. (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *