Nêçîrvan Barzanî: Miameleya Îraqê ya li gel Herêma Kurdistanê ne federalî ye -Video

Foruma Hewlêrê ya Sêyemîn îro saet 10:00an dest pê kir û dê heta 28ê vê mehê biajo.

Navenda Lêkolînan a Rûdawê, bi hevkariya bi hinek navendên lêkolînê û dezgehên navdar ên li Rojhilata Navîn û cîhanê re vê forumê li dar dixe.

Forum bi sernavê “Nedilniyayiyên Asêmayî di Paşeroja Rojhilata Navîn de” tê encamdan.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di panelekê de ya bi moderatoriya Birêvebirê Navenda Lêkolînan a Rûdawê Ziryan Rojhilat axivî.

“Li Tirkiyeyê pêvajoyeke gelekî cidî dest pê kiriye”

Nêçîrvan Barzanî ragihand ku li Tirkiyeyê pêvajoyeke gelekî cidî dest pê kiriye û wiha bûye ku ji bo tenduristiya Devlet Bahçelî dua bikin.

Nêçîrvan Barzanî bal kişan li ser banga ku Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan bike û got:

“Ez hêvî dikim PKK û hemû aliyên din banga Birêz Abdullah Ocalan qebûl bikin.”

Nêçîrvan Barzanî derbarê rola Herêma Kurdistanê de jî got, “Çi bikeve aliyê me, em ji bo alîkariyê amade ne.”

Serokê Herêma Kurdistanê behsa pirsgirêkên Hewlêr Bexdayê kir û got:

“Ez dixwazim meseleyê wiha rave bikim, pirsgirêka navbera Hewlêr û Bexdayê çi ye? Em dev ji gotina hikûmetê berdin. Mezintirîn pirsgirêka ku em pê re rûbirû ne ev e: bi navê xwe, em xwedî sîstemeke federal in lê di pratîk û bicihanîna tiştên ku li Îraqê têne kirin de, her tişt heye ji bilî sîstema federal. Ev sîstemeke gelekî navendî ye.

Pirsgirêk ew e, dema ku Bexda li Hewlêrê dinêre, Bexda wisa difikire ku Hewlêr ne tenê wekî sîstemeke federal tevnagere, belkî wek welatekî xwedî serwerî û endamê Neteweyên Yekbûyî tevdigere lê dema ku Hewlêr li Bexdayê dinêre, ew tevgerên ku Bexda li hemberî Hewlêrê dike ewqas navendî ne ku li ti welatekî federal ên li cîhanê ev tişt nînin. Ev rastî ye.”

Hevpeyvîna ziryan Rojhilatî û Serokê Herêma Kurdistanê wiha ye:

Pirs: Kengî Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê pêkanîn?

Nêçîrvan Barzanî: Niha ku em li vir rûniştine li Hewlêrê şandeyên YNK û PDKyê mijûlî gotûbêjeke cidî ne li ser pêkanîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Dibe ku were pirsîn çima ev mijar hinekî dirêj bûye lê bi ya me divê demeke baştir jê re were veqetandin. Niha YNK û PDK di pêvajoyeke gotûbêjê de ne da ku wan bingehên ku ji bo her du aliyan girîng in di rêkeftinekê de bicih bikin ku bibe bingehek ji bo pêkanîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ev ji aliyekî ve; ji aliyê din ve, Herêma Kurdistanê sala borî hilbijartineke gelekî serkeftî bi rê ve bir, rêjeya beşdariya xelkê Herêma Kurdistanê di hilbijartinan de ji sedî 72 bû. Ev bi rastî cihê serbilindî û spaskirina gelê Kurdistanê ye ku bi wî awayî bi berPirs:iyê tevgeriyan li hember hilbijartinan. Di heman demê de, berPirs:iyeke jî ji bo YNK û PDKyê ye. BerPirs:iyekê dixe ser milên bi taybetî YNK û PDKyê wekî du partiyên serkeftî, partiya yekem û ya duyem ku pêwîst e di asta wê hêviya ku xelk ji wan heye de bin, hewleke cidî bidin û hikûmeteke karîger ava bikin ku cihê bawerî û hêviya xelkê Herêma Kurdistanê bi hemû pêkhateyên wê ve be. Eger van gotûbêjan dirêj jî bikin lê di encamê de em dê bibînin hikûmetek tê avakirin ku cihê baweriyê ye ji bo xelkê Herêma Kurdistanê, ez bawer im em dikarin vê derengketinê jî tehemul bikin.

Pirs:Meha 10an a îsal li Îraqê hilbijartin tê kirin. Gelo dirêjbûna pêkanîna hikûmetê li Herêma Kurdistanê û nêzîkbûna dema hilbijartina Parlamentoya Îraqê ti bandoreke neyînî li ser danûstandinan dike?

Nêçîrvan Barzanî: Bi ya min pêwîst nake em van her du tiştan tevlihev bikin. Ew hilbijartina ku me li Herêma Kurdistanê pêk anî, di rastiyê de cihê xwe ye ku ez li vir dîsa spasiya hevkarî û piştgiriya tewaw a Bexdayê bikim, spasiya Serokwezîr bikim, spasiya Serokê Parlamentoyê û Parlamentoya Îraqê bikim, spasiya Dadgeha Federal a Îraqê bikim, her wiha Encûmena Dadwerî, Serokkomarê Îraqê, ev hemû alîkar bûn ji bo me da ku em karibin hilbijartineke serkeftî pêk bînin. Divê ev her du mijar ji hev werin cudakirin. Ez bawer im xelkê Kurdistanê li bendê ye ku ev hikûmet zûtir ji vê were pêkanîn. Ez hêvî dikim em vê yekê bi cidî werbigirin, ji ber ku çawa min got, ew ji sedî 72 beşdarî û ew dengdayîn û ew baweriya ku gelê Kurdistanê daye van partiyan, ev jî dike ku ev partî bilez bikin ji bo pêkanîna hikûmetê.

Pirs: Cenabê te behsa wê kir ku dibe ku zêde dirêj nekişîne lê di heman demê de te behsa wê jî kir ku pêwîst e YNK û PDK zêdetir guftûgoyê bikin da ku zêdetir ji hev fêhm bikin, ma ev yek rê raxweş dike ji bo ku em şêweyekî nû yê peymaneke stratejîk a YNK û PDKyê bibînin?

Nêçîrvan Barzanî: Eger em li peymana stratejîk a di navbera PDK û YNKyê binêrin, di qonaxa wê peymanê de ya ku me hebû û me jê re digot peymana stratejîk, em şahidê qonaxeke gelek avadanî û pêşketina siyasî û civakî li Kurdistanê bûn, di bin siya wê peymanê de ya ku me digel YNKyê çêkir û me jê re got peymana stratejîk. Dibe ku ya ku em niha bi tevahî navê nînin û nabêjin peymana stratejîk lê bingeheke durust a îdarî û siyasî ye ji bo ku em çawa rêveberiyê li Herêma Kurdistanê de çareser bikin û wan pirsgirêkên ku li pêşiya me ne çi ji aliyê îdarî ve û çi ji aliyê siyasî ve, hewl bidin ku di nava wê peymanê de ku niha bi YNKyê re dikin hemû wan bi cih bikin.

Pirs: Em wekî rojnameger carinan pirsan zêde dikin.

Nêçîrvan Barzanî: Na bike, pirsgirêk nîne lê bes wekî Dr. Mihemed Îhsanî meke. Serokê Parlamentoyê Dr. Mihemed Îhsan selimand ku Îraq demokratîk e û pir tehemul kir.

Pirs: Na min tenê xwest wê pirsê bikim ku hikûmet tenê ji YNK û PDKyê pêk tê yan aliyên din jî tê de beşdar in?

Nêçîrvan Barzanî: Bi rastî YNK û PDK bi hemû aliyan re hewl dan, YNKyê jî hewl da ku bi aliyan re bêyî PDKyê pêk bîne û PDKyê jî hewl da lê nabe, divê ev her du partî bi hev re rûnin û hikûmetê pêk bînin, bêguman pêkhateyên din jî beşdar dibin û ne tenê ev e lê ya sereke, ya ku heta niha heye, belê PDK û YNK dibin.

Pirs: Guherînên girîng li herêmê bi taybetî li Sûriyeyê rû dane û bêguman dibe ku bandor li ser bi giştî rewşa Kurd û Herêma Kurdistanê bi taybetî hebe, ma hûn pêwîst nabînin ku bi aliyên din ên Herêma Kurdistanê ji bilî YNKyê re jî guftûgoya we hebe wekî Serokatiya Herêma Kurdistanê?

Nêçîrvan Barzanî: Em digel hemû aliyan peywendiyê dikin, dibe ku me civîneke hevpar nekiribe ku bibêjin em civînekê bikin û di wê civînê de van mijaran nîqaş bikin lê em di peywendiyeke berdewam de ne, digel hemû partiyan û em axaftinê jî dikin li ser vê mijarê û ew partiyên ku li Kurdistanê ne, hemû bi dilnexweşî vê mijarê datînin ber nîqaşê û lêkolînê lê dikin berdewam em agahdar in ji hev.

Pirs: Xaleke balkêş ew civîn in ku di dema serdanên we de bo Bexdayê bi dezgehên dadwerî re tên kirin, di demekê de ku hûn wekî partiyeke siyasî ya diyarkirî nînin lê ev bandorê li ser peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de kiriye; gelo hûn bawer dikin berewamita vê rêyê pirsgirêkan çareser bike?

Nêçîrvan Barzanî: Ez dixwazim meseleyê wiha rave bikim, pirsgirêka navbera Hewlêr û Bexdayê çi ye? Em dev ji gotina hikûmetê berdin. Mezintirîn pirsgirêka ku em pê re rûbirû ne ev e: bi navê xwe, em xwedî sîstemeke federal in lê di pratîk û bicihanîna tiştên ku li Îraqê têne kirin de, her tişt heye ji bilî sîstema federal. Ev sîstemeke gelekî navendî ye.

Pirsgirêk ew e, dema ku Bexda li Hewlêrê dinêre, Bexda wisa difikire ku Hewlêr ne tenê wekî sîstemeke federal tevnagere, belkî wek welatekî xwedî serwerî û endamê Neteweyên Yekbûyî tevdigere lê dema ku Hewlêr li Bexdayê dinêre, ew tevgerên ku Bexda li hemberî Hewlêrê dike ewqas navendî ne ku li ti welatekî federal ên li cîhanê ev tişt nînin. Ev rastî ye.

Ev ne ji bo şikandina wan e. Çend caran e ku ez diçim Bexdayê, bi taybetî bi hevkarên me yên Îraqî re, em vê nîqaşê dikin. Em dibêjin, ‘Werin em rûnên, pênaseyeke rast a sîstema federaliyê bikin.’ Eger em van pirsgirêkan çareser bikin, ez bawer im ku dê ji bo aramiya siyasî ya Îraqê jî baş be.

Ev tevliheviya ku îro di navbera me û Bexdayê de heye, encama pirsgirêka desthilatan e – kî xwedî çi desthilatê ye? Dibe ku em hin tevgeran bikin ku ji federalî zêdetir bin lê tevgerên ku ew li hemberî Herêma Kurdistanê dikin gelekî navendî ne. Divê em li cihekî rûnên û bi awayekî ciddî vê gotûbêjê bikin. Ev gotûbêj kilîta çareseriya siyasî ya rewşa Îraqê ye.

Me bi Dezgeha Dadwerî ya Îraqê re jî di vê çarçoveyê de gotûbêj kirine. Bila ez bi eşkereyî bibêjim, belê, dema ku dihat gotin ku divê em bi wan re rûnenin lê gava ku ez bi wan re rûniştim, min asoyeke din a hevkariyê dît. Min Serokê Dadgeha Federal a Îraqê vexwend û jê re got, ‘Hûn çima nayên û yek ji civînên xwe li Hewlêrê nakin? Hewlêr beşek ji Îraqê ye, em beşek ji Îraqê ne, kerem bikin werin. Kerem bikin û alîkariya me bikin pênaseya federalıyê ji me re bikin, federalî çi ye ji me re rave bikin.’

Ez bawer dikim ku eger ev pirsgirêk were çareserkirin, em ti carî roj ji rojan rastî vê pirsgirêkê nayên ku gelo wan pere şand, meaş bû nûçe, nebû nûçe. Pirsgirêka sereke di sîstemê de dest pê dike. Sîstema Îraqê ne sîstemeke federal e; bi nav federal e lê di naverok û bicîhanînê de gelekî dûr e.

Pirs: Wî dawetname qebûl kir?

Nêçîrvan Barzanî: Wî dawetname qebûl kir, belê. Têkiliyên me yên serokatiyê bi wan re gelekî baş in û wan jî bi spasdarî dawetname qebûl kir ku werin Herêma Kurdistanê.

Pirs: Gelo her tişt ji bo hinartina petrolê ya Herêma Kurdistanê amade ye?

Nêçîrvan Barzanî: Tiştê ku pêwendî bi Tirkiyeyê ve heye, Tirkiye her dem diyar kiriye ku amade ye û di warê hinartina petrolê ya Herêma Kurdistanê de ti pirsgirêkên wê nînin. Bêguman tiştê yekem di mijara vê petrolê de ku min çend caran jî tekez kiriye, li gorî dîtina me, petrol amûreke bazirganî ye û em wekî amûreke bazirganî lê dinêrin. Em li petrolê bi çavekî siyasî nanêrin, em bawer dikin ku ew amûreke bazirganî ye. Ji ber ku Îraq, bi taybetî endamên parlamentoyê ku heta niha dengê xwe ji bo wê (guhertina yasaya budceyê) nedane, nêzîkî 19 heta 20 milyar dolarên Îraqê ziyan dîtine. Ev pereyekî gelekî zêde ye ji bo Îraqê.

Bi dilxweşî Serokwezîr gava ku em bi wî re axivîn û bi spasî jî ji bo birêz Serokê Parlamentoyê ku îro li vir teşrîf aniye û li vir rûniştiye, wî jî tekezî li ser kir ku divê ev guhertina yasayê di demeke zû de pêk were.

Niha beşê teknîkî ji mijarê re maye, niha hemû tişt amade ye, Tirkiye amade ye, aliyê Îraqî jî amade ye, hinek mijarên teknîkî hene, pereyê kompanyan çawa were wergirtin, bi çi awayî be, ev tişt teknîkî ne lê bingeha biryarê hatiye dayîn û em hêvî dikin ku di demeke nêzîk de înşalah petrola Herêma Kurdistanê bê hinartin bo bendera Ceyhan û derveyî welêt.

Pirs: Gelo rola Amerîka û Rûsyayê di vê mijarê de heye?

Nêçîrvan Barzanî: Bêguman Amerîka wekî hevalbendekî sereke; rola Amerîkayê rola handeriyê ye û ji bo ku ev mijar bi zûtirîn dem çareser bibe, ji ber ku hinek ji van kompanyan kompanyayên Amerîkî ne û bêguman Amerîka gelek hewl daye ku ev mijar were çareserkirin. We navê Rûsyayê anî, belê Rûsya jî hewl daye ji ber ku hin ji kompanyayên Rûsî jî hene ne tenê Amerîkî lê Rûs jî li Herêma Kurdistanê kar dikin lê Amerîka wekî hevalbendekî sereke yê Îraq û Herêma Kurdistanê roleke wê hebûye di teşwîqkirina her du aliyan de, teşwîqa Bexda, Hewlêr û Enqereyê kiriye da ku ev pirsgirêk were çareserkirin û hinartina petrolê dest pê bike.

Pirs: Gelo rawestandina petrola Herêma Kurdistanê dikare ji bilî ziyaneke 20 milyar dolarî, bandorê li budce û meaşên Herêma Kurdistanê jî bike, bi Serokwezîr Sûdanî re çawa behsa garantîkirina vê mijarê hat kirin?

Nêçîrvan Barzanî: Derbarê meseleyê meaşan de, cenabê Serokê Parlementoyê, em di civînekê de rûniştibûn li Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê de. Em li wir rûniştibûn, Serokê Parlementoyê jî çawa ku li vir bi zelalî axivî û li wir jî bi wê zelaliyê got, ‘Pirsgirêka meaşên Herêma Kurdistanê çareser bikin, biryara Dadgeha Federal a Îraqê jî zelal e. Dadgeha Federal dibêje divê meaş ji wan pirsgirêkên ku em bi Bexdayê re hene bê veqetandin.’ Heta niha me civînek bi hev re kir, ez û Serokê Dadgeha Federal û Serokwezîr, her sê bi hev re û li wir helwesta Serokê Dadgehê gelekî zelal bû ku divê meaş bên veqetandin.

Di rastiyê de, bi dîtina min, Serokwezîr jî ya ku jê hatiye xwestin ji bo dabînkirina mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê ji aliyê xwe ve kêmasî nekiriye. Mijarên din ên me hene, hinek erk hene ku divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bicih bîne. Wekî dîtina min, wekî Serokê Herêma Kurdistanê, ez bawer im ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi awayekî şefaf tevgeriyaye li vî warî de li gel Bexdayê.

Em hêvî dikin ku pirsgirêka budceyê nebe mijara serekî ya pêwendiyên me û Îraqê. Em temamkerê hev in li Îraqê. Em di hinek waran de alîkariya wan dikin, di hinek waran de ew alîkariya me dikin. Mijarên me yên din hene. Madeya 140 heye, mijara Pêşmerge heye, yanî gelek tiştên din hene. Nabe ku ev hemû li ser budceyê bên kurtkirin. Mijara meaşan mafê karmendên Herêma Kurdistanê ye. Serokwezîrê Îraqê, Dadgeha Federal, Parlamentoya Îraqê, li gorî destûrê divê wî mafî ji bo karmendên Herêma Kurdistanê wekî beşek ji Îraqê dabîn bikin. Ev mafekî destûrî ye. Hemû hewla me jî ew e ku em bigihîjin xalekê ku mijara meaşa ji nûçeyên bilez derkeve.

Pirs: Di rojên borî de, te gelek behsa girîngiya Rêya Bipêşketinê kir. Di rastiyê de, gelek nîqaş hene, girîngiya vê yekê ji bo Herêma Kurdistanê çi ye? Herêma Kurdistanê li ku derê vê projeyê ye? Ma ji bo Îraqê bi giştî ev projeye dikare bê cîbicîkirin, yan tenê projeyek e û behsa wê tê kirin?

Nêçîrvan Barzanî: Te bi xwe guhê xwe da axaftina Serokwezîr li ser mijara Rêya Bipêşketinê ku dê deriyekî mezin ji bo Îraqê veke ji aliyê aborî û ewlehiya siyasî û aborî ve lê di heman demê de, divê ev rê bi awayekî were çêkirin, dizanî ku ev projeyeke stratejîk e û gelekî mezin e. Divê ev rê welêt bike yek, ne ku cudahiyan çêke. Ji bo me li Herêma Kurdistanê, em girîngiyeke mezin didin vê yekê ku bizanin ev rê dê di ku re derbas bibe? Bi çi awayî û çawa dê derbas bibe? Nexşeya wê çawa hatiye çêkirin? Em bawer dikin ku divê bi awayekî be ku Herêma Kurdistanê û pêkhateyên din ên Herêma Kurdistanê û Îraqê jî ji vê projeyê sûdê wergirin. Divê ev proje bi awayekî bê nexşekirin ku welêt bike yek. Hest û pabendiyê çêke. Eger ez bizanim ku nexşeya wê bi awayekî hatiye çêkirin ku tenê ji bo wê ye ku Herêma Kurdistanê ti destkeftî jê nebe, pir asayî ye ku em piştevaniyê nekin.

Pirs: Niha çawa ye dîzayna wê?

Nêçîrvan Barzanî: Heta niha ez nizanim lê em di guftûgoyeke cidî de ne ku ev dîzayn divê bi rengekî were kirin ku Herêma Kurdistanê jî tê de sûdmend be. Ya ku pêwendî bi Tirkiyeyê ve heye, Tirkiye amade ye ji bo vî karî bike. Ew beşa ku di kîjan rêyê re biçe, helwesta Tirkiyeyê zelal e û dibêje ev mijareke navxweyî ya we ye û hûn dikarin çareser bikin. Em hêvîdar in ku li Bexdayê bi vî rengî li vê projeyê were nêrîn, ka çawa ev proje dibe sedema avakirina aîdiyetî û pêwendiyê ji bo welat. Bi rêyekê de biçe ku her kes tê de sûdmend bibe.

Pirs: Di rojên borî de bi taybetî piştî vegerîna Trump ji bo xula duyem a serokatiyê, behsa gefên Amerîka û Îsraîlê li Îraqê tê kirin. Tu difikirî çi rê heye ji bo siyasetmedarên Kurd, Şîe û Sunnî ku bi hev re kar bikin da ku Îraq dûr be ji van nakokiyan û biryareke serbixwe hebe?

Nêçîrvan Barzanî: Di vê mijarê de du tişt hene. Yekem, eger em li bûyeran binêrin, em dibînin ku Serokwezîr û dewleta Îraqê bi rengekî gelekî şareza tevgeriyane. Wan nehiştiye Îraq bibe agirê ku li herêmê heye were ser Îraqê. Wan Îraq dûr xistiye û lewma bi dîtina me divê Îraq ji vê dûr be. Îraq bi xwe pirsgirêkên pir mezin hebûne. Her ji sala 2003yan ve berdewam pirsgirêk hebûne. Birêz Serokê Parlamentoya Îraqê behsa pirsgirêkan kir di çend qonaxên cuda de. Niha hêdî hêdî Îraqî dixwazin hinekî bêhna xwe vedin, hinekî bikaribin hat û çûnê bikin, bikaribin aboriya xwe pêş bixin û çêtir bikin. Niha ne dema wê ye ku Îraq ji bo van tiştan were kişandin, ev yek. Duyem, divê ev hêzên çekdar hemû werin xistin bin kontrola hikûmetê. Nabe ku her hêzek bi vîna xwe li nav Îraqê tiştekî bike û pirsgirêkan ji hikûmetê re çêbike. Ez bi eşkereyî dibêjim, eger ev tişta wiha bikin di encamê de em hemû zererê dikin, gelek jî zererê dikin. Di bûyerên Sûriyeyê de ku Serokwezîr biryar da û nehişt hêzên çekdar ber bi Sûriyeyê ve biçin, biryareke gelekî şareza bû, wî Îraq ji agirekî gelekî mezin parast. Îraq bi yek tiştî tê parastin: Bi wê ku ji van nakokiyên li herêmê dûr be. Îraq divê beşek be ji alîkarîkirinê ne ku beşek be ji pirsgirêkê. Eger wisa nebe, ez bawer im Îraq rastî pirsgirêkên gelekî mezin dibe.

Pirs: Dîmenekî din ê balkêş ew e ku Herêma Kurdistanê li gel rewşa xwe, roleke herêmî peyda dike. Em di van rojan de û belkî di çend rojên bê de, wekî di medyaya Tirkiyeyê de tê belavkirin, Serokê girtî yê PKKyê bangek ji bo pêvajoya aştiyê û babeta çekdanîna gerîlayên PKKyê heye. Birêz, wekî di medyayan de tê behskirin, roleke we ya sereke heye ji bo hêsankirina vê mijarê. Dostaniya we jî bi Birêz Serokkomarê Tirkiyeyê re heye. Gelo vê carê ev pêvajo dê bi ser bikeve?

 Nêçîrvan Barzanî: Ev pêvajo cidî ye. Ez dikarim bi vî awayî biaxivim. Ev pêvajo cidî ye û li Tirkiyeyê bi awayekî gelekî cidî dest pê kiriye. Hûn jî dibînin ku kesê ku li ser bicihkirina vê pêvajoyê sor e Devlet Bahçelî ye ku niha li nexweşxaneyê ye û divê em hemû ji bo wî dua bikin, înşellah dê rewşa tenduristiya wî baş bibe. Niha em dixwazin tenduristiya wî baş bibe.

Ez bawer dikim ku pêvajo pêvajoyeke cidî ye û ne pêvajoyeke ku bi awayekî taktîkî hatibe kirin. Rola me roleke alîkar e û em destê xwe naxin karûbarên navxwe yên Tirkiyeyê. Rola me ew e ku em karibin rolek bilîzin ji bo ku em bibin alîkar da ku ev pirsgirêk bê çareserkirin lê tiştê ku ji bo me girîng e û diyar e jî ew e ku ev pirsgirêk bi çekan nayê çareserkirin.

Banga Serok Ocalan dê bibe nexşerêyek ji bo ku ev pirsgirêk bi awayekî durist bê çareserkirin. Bi ya min, zêde dem pêwîst e. Berevajî texmînan ku wisa difikirin ku di şev û rojekê de bê çareserkirin lê bi baweriya min di demeke nêz de ev bang dê were kirin.

Divê em hemû aliyên siyasî pêşwaziyê li banga Birêz Ocalan bikin û bikevin qadeke din a çareseriya siyasî li Tirkiyeyê da ku hem Tirk û hem Kurd û hem jî hemû pêkhateyên ku li Tirkiyeyê dijîn jê sûdê wergirin. Em wiha hêvî dikin.

Derbarê rola me de, belê berê jî rola me hebûye û niha jî me ji her du aliyan re dubare kiriye. Herêma Kurdistanê amade ye her rolek ku pêwendî bi nêzîkkirina her aliyekî re hebe, em amade ne.

Pirs: Şandeya Îmraliyê jî hat û serdana Herêma Kurdistanê kir. Serdana Serok Barzanî, cenabê we, Kak Mesrûr, Kak Bafil û Kak Qubad kir. Şandeyê çi peyam ji Birêz Ocalan ji bo cenabê we anî?

Nêçîrvan Barzanî: Peyama wan hebû. Gotin Serok Ocalan daxwaz kiriye ku em serdana Herêma Kurdistanê bikin û ev peyama ku peyama aştiyê ye. Her ewqas bû û ji wê zêdetir nebû. Wan ji me re got ku peyama wî peyama aştiyê ye û dixwaze wê zû ragehîne û banga wî dê wiha be ku daxwaz ji PKKyê bike ku çekan dayne û bikeve nav pêvajoyeke siyasî. Me jî pêşwazî kir û ji wan re got, em wekî Herêma Kurdistanê amade ne ku em piştgiriya vê mijarê bikin û çi ji destê me bê di vê çarçoveyê de em amade ne. Peyama wan bi vî awayî bû.

Pirs: Em wisa qebûl bikin ku PKKyê bangê qebûl kir û çekên xwe danî. Çekên PKKyê dê li ku derê bên danîn û serkirde dê ber bi ku derê ve biçin? Endam dê ber bi ku derê ve biçin? Gelo derbarê vê mijarê de çi projeyeke diyarkirî hatiye gotûbêjkirin?

Nêçîrvan Barzanî: Hatiye gotûbêjkirin, em nikarin behsa hemû wan naverokên wan bikin ku derbarê wan de gotûbêj hatiye kirin lê bi baweriya min yekem tişt çi ye ku divê were kirin? Pêşwaziya PKKyê ye ji bo vê bangê dê çawa be? Eger ev hat kirin, piştî wê PKK dikare konferansekê li dar bixe û ragehîne. Tiştên din, pêvajo dê çawa dest pê bike, ev hûrgiliyên xwe hene. Me ji bo van hûrgiliyan gotiye ku em amade ne ku hevkarî û alîkariya wan bikin lê naverokê wê heta niha bi vî awayî ne zelal e. Em hîn li benda gava yekem in bê ka PKK dê derbarê banga Birêz Ocalan de çawa tevbigere.

Pirs: Hûn bawer dikin ku dê destûr bê dayîn ku Abdullah Ocalan tevlî kar û barên siyasî bibe?

Nêçîrvan Barzanî: Bi dîtina min, di pêvajoyekê de erê. Divê em hinekî rastbîn bin. Em li Îraqê nikarin heman modelê li Tirkiyeyê yan jî li her dereke din hebe bicih bînin. Gelek cudahî hene lê bi baweriya min tiştek heye, ev pêvajoyeke ku gelekî hêdî û bi hêdîka û hêdîka diçe. Bi lez zehmet e ku ev pêvajo tiştekî jê şîn bibe. Divê sebir hebe, divê stratejî hebe, dûrbînî û berdewamî jî hebe.

Bêhnvedan kurt e û em sebir nakin, hinek dibêjin bi Xwedê tiştekî nehat kirin. Ev pêvajoyeke gelekî aloz e, ev pêvajo ne karê şev û rojekê ye û di şev û rojekê de jî nayê çareserkirin lê ew gavên ku hene ez di encamê de dibînim û di dawiyê de xêra Tirkiyeyê û Kurdan û xêra herkesî tê de ye.

Pirs: Piştî rûxandina Esed li Sûriyeyê, we Trump li Parîsê dît û piştre li Mûnîhê we gelek rêber dîtin. Di hevpeyvîna çapemeniyê de mijareke sereke Sûriye bû. Piştre hin rapor hatin belavkirin ku we di navbeynkariya rêlibergirtina şer li sê taxên Helebê de rolek hebû. Gelo navbeynkariya we di navbera HSD, rêveberiya nû ya Sûriyeyê û belkî Tirkiyeyê de berdewam dike li ser vê mijarê yan ev tenê taybetî bû bi wê qonaxê ve?

Nêçîrvan Barzanî: Bi rastî di rojên ewil de nîgeraniya me ya mezin ew bû ka em dê çawa karibin wan Kurdên li Helebê biparêzin. Bi rastî di vê mijarê de Tirkiyeyê roleke giring lîst. Em spasiya dewleta Tirkiyeyê dikin ku li gel me li ser xetê bûn da ku karibin bi taybetî di wan du-sê rojên ewil de bi me re bin. Em gelek nîgeranê wan hersê taxên Helebê ku Kurd lê dijîn bûn lê Tirkiyeyê bi spasî – spasiya Serokkomarê Tirkiyeyê, Wezîrê Karên Derve û Serokê Dezgeha Îstîxbaratê dikim – wan hemûyan alîkariyeke mezin kir ku pirsgirêk çênebe û her wisa jî bû, pirsgirêk çênebû.

Pirs: Pêngav  ya we bû?

Nêçîrvan Barzanî: Belê, pêngav ya me bû. Ev erkê me ye, ew birayên me ne li Sûriyeyê. Dema rewş gihişt wê astê ku ew dê rastî pirsgirêkan bibin, me wek erkekî ser milê xwe dît ku em bi çi awayî karibin alîkariya wan bikin û em dê alîkariya wan bikin jî. Ji wê rojê heta îro bi her awayî serokatiya Herêma Kurdistanê – ne tenê ez lê yên din jî di Serokatiya Herêma Kurdistanê de û em jî – berdewam kar dikin da ku çawa em karibin alîkariya birayên xwe li wê derê bikin. Peyama me ji bo van biraderan ev bû ku hûn divê di pêvajoya siyasî ya Sûriyeyê de xwe bibînin. Hûn divê li bendê nemînin ku gazî we bikin, hûn divê bi xwe biçin Şamê û di pêvajoya siyasî ya Sûriyeya nû de divê Kurd beşdar bibin.

Tiştê ku li Sûriyeyê qewimî ne tenê ji bo me surprîz bû lê ji bo Ehmed Şer (Colanî) bi xwe jî surprîz bû. Tiştekî ne li bendê bû. Ez bawer nakim ku wî texmîn kiriba ku dê bi vî awayî pêve biçe. Ev ne plan bû, ev rûxan bû, heman tişt bû ku sala 2014an li Mûsilê qewimî.

Derbarê Ehmed Şer de jî heman tişt heye. Ez bawer dikim wan operasyoneke diyarkirî ji bo herêma Helebê amadekiribû lê piştî ku rûxandin çêbû, hatin Helebê. Ev rastî û heqîqet e. Eger hûn li rabirdûya vê komê binêrin, rabirdûyekî wan heye ku mirov ji xwe dipirse, ‘Gelo tiştê ku dibêjin rast e an na?’ Lê ji aliyekî din ve jî dema hûn li wan peyaman binêrin ku piştî hatina ser desthilatê dane, hemû peyamên wan ew in ku ew dixwazin pirsgirêkên Sûriyeyê çareser bikin.

Eger bi rastî siyaseta wan ev be ku ew dixwazin pirsgirêkên Sûriyeyê çareser bikin, ez bawer dikim pêwîst e hemû alî alîkariya wan bikin ku vî karî bikin. Ji aliyekî din ve jî em nîgeran in, ji ber ku em hest dikin ku ew dixwazin vî karî bi navendîtiyê bikin. Bi navendîtiyê, bi wî awayî ku ew dixwazin, Sûriye bi vî rengî nabe ku were birêvebirin. Sûriye welatekî pirnetewe û pirbawerî ye. Divê hesab ji bo hemû aliyan bê kirin. Eger hesab ji bo hemû aliyan neyê kirin ku di pêvajoya siyasî ya Sûriyeya nû de beşdar bibin, pêvajo sedi sed bi ser nakeve.

Di rastiyê de ev mijar du alî ne. Aliyê yekem ew e ku me hewl da Kurdan biparêzin û em heta astekê mezin bi ser ketin. Niha hewldana me ew e ku em çawa di pêvajoya siyasî de alîkariya wan bikin. Ez vedigerim ser pirsa we, eger em hê jî di nava vê mijarê de ne, belê em hê jî di nava vê mijarê de ne û em bi her alî re dixebitin. Armanca me ya sereke ew e ku bigihîjin çareseriyekê di çarçoveya Sûriyeyê de. Çareseriyekê ku xwe di çarçoveya Sûriyeyê de bibîne.

Tiştê ku li Herêma Kurdistanê li Îraqê heye, hûn nikarin heman kopiyan bibin Sûriyeyê û cîbicî bikin, ev nabe û asteng e. Lê em bawer dikin ku eger pêvajoyekê dest pê bike û di vê pêvajoyê de hemû pêkhateyên Sûriyeyê karibin xwe bibînin, ev dê serkeftineke mezin be ji bo Sûriyeyê û şansekî mezin e jî ji ber ku ev netewe gelek êş û êşkence dîtiye. Bi rastî hêja ye ku ji niha û pê ve jiyaneke çêtir bijîn. (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *