Li Fransayê êrişeke bi kêran: Kuştî û birîndar hene

Li bajarê Mulhouseê yê Fransayê di êrişeke bi kêran de kesek mir û 5 kes jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeyên medyaya Fransayê, li nêzîkî bazareke Mulhouseê kesekî bi kêran êriş kir.

Di êrişê de kesek mir û 5 kes jî birîndar bûn.

Êrişkar li cihê bûyerê hat desteserkirin.

Hat diyarkirin ku kesê êrişka sala 1987an li Cezayîrê ji dayik bûye û biryara derxistina wî ya ji welêt heye.

Serdozgeriya Neteweyî ya Têkoşîna bi Terorê ya Fransayê li ser êrişê bi tohmeta “kuştina girêdayî komeke terorê” dest bi lêpirsînê kir.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron da zanîn ku serdozgeriyê ev êriş wekî “kiryareke terorê” bi nav kiriye.

Macron her wiha ji malbata kesê ku jiyana xwe ji dest daye re sersaxî xwest. (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *