Lokman Polat
Romannivîserê kurd Abdullah Pertev nivîskarekî berhemdarê
edebiyatê/wêjeyê ye. Hinek pirtûkên wî yên bi tirkî û du romanên wî
ên bi kurdî hene. Romanên wî hem bi kurdî û hem jî bi tirkî
derdikevin. Romana wî ya bi navê ”Li Ber Keviyên Dijleyê” di nav
weşanên ”Pêrî” de li Stenbolê derketiye. Roman 144 rûpel e.
Dostê min ê hêja, doktor, psîkolog/derûnnas, pedagok û herweha
nivîskarê kurd Mamoste Remezan Pertev bi sernavê ”Ji bo berhemê
gotarek” weke pêşgotin nivîsiye. Di berga pêşîn a romanê de pirek
heye, lê negotine ew pir a kure. Di berga paş de jî derbarê nivîskar û
berhemên wî de agahdarî heye.
Abdullah Pertev ji Amedê ye û neviyê nivîskarê Leyl û Mecnûn, Şêx
Mihemed Can e. Ji malbata Pertevan gelek nivîskarên kurd derketine.
Ew nivîskarên berhemdarên edebiyata kurdî ne.
Romaneke A. Pertev berê jî bi navê ”Mirinên Bêwext” derketibû.
Romana bi navê ”Li Ber Keviyên Dijleyê” romana wî ya duyeme. Ji
berhemên edebî mirov dikare gelek tişt fêr bibe û ji wan dersên jiyanê
derbixe. Di vê romanê de jî dersên ku mirov jê derdixe ev in ku; kesên
xirab bi xirabiyên xwe zirarê didine nasên xwe, gundiyên xwe û
herweha zirarê didine civakê. Divê însan neyêniyên xwe ê berşêdayî
ango sirê/razê xwe ji tu kesî re nebêje. Heta ji jina xwe re jî. Mirov
xirabî ji nas û dostên xwe, ji mirovên xwe, ji hevalên xwe dibîne. Ji bo
destxistina peran însanekî xirab bi rehetî dikare gundiyê xwe, hevalê
xwe ango dikare mêr bikuje.
Qada cîhana romanê di gundeke kurdan de dest pê dike. Taswîra gund
û welidandina Husen û Hesen tê kirin. Hesen û Rojda dilketiyên
hevudu ne, ji hev hez dikin, evîndarên hevin. Husen zilamekî nebaş e,
hesûd e. Ew dilreş e û li hemberê evîna Hesen û Rojda ye. Evîna
Rojda û Hesen, Husenê dilreş dîn û har dike. Ew ji bo ku miradê
Rojda û Hesen negîşe hev, çi xirabî ji destî bê dike. Husen mirovekî
xirab û fesade û her fesadî dike. Ew hevûdu dîtina Rojda û Hesen ji
birayê Rojda re dibêje, fesadî dike. Birayê Rojdayê Hesen û Rojda bi
hevre dibîne û bi Hesen re pev diçe, şer dike û lê kêr dikşîne. Hesen ji
ber direve û di diyarê zinar de dikeve û dimre. Husen şahidê şer û
pevçûn û ketina Hesen e, ew li diyarê zinar e. Lewre jî ew ji bo vî tiştî
berşêdayî bihêle, bi birayê Rojdayê re bazarî dike û gelek tişt pê dide
kirin.
Li ser mirina Hesen, evîndara wî Rojda dikeve halêruhiyetekî xirab,
derûniya –psîkolojiya – wê gelek xirab dibe. Husen dixwaze bi Rojda
re bizewice û lewre jî zorê dide birayê Rojdayê ku pê re bibe alîkar.
Derûniya Rojda her diçe xirab dibe. Ew ji evîndarê xwe Hesen hemîle
mabû. Di zikê wê de zarok heye. Ew vî rewşa xwe ji diya xwe re
dibêje. Diya wê gelek aciz dibe. Ew dizane ji ber toreyan dê çi were
serê kaça wê.
Temamê gund pê dihese ku Rojda ducanî ye. Li gor adet û tore pêwîst
bû Rojda bi vê şermê nejiyana û bihatana kuştin. Mesela namûsê hêj jî
wek pirsgirekeke civakî di nav civaka kurd de –û herweha di nav
civakên rojhilata navîn de û di nav neteweyên dewletên Îslamî de – tê
domandin. Ji ber vê pirsgirêkê bi sedan jin û keçên ciwan hatine
kuştin û hêj jî têne kuştin.
Malbata Rojdayê li gor pêdiviya toreyê biryara kuştina Rojdayê didin.
Dê birayê wê ew bikuje. Rojda ji kuştinê çawa xilas dibe? Çi dibe
sedemê nekujtina wê? Ez ê bersîva van pirsan nenivîsim, wek meraq
bihêlim ku xwendevan meraq bikin (lewre pirseke girîng e) û pirtûkê
bikirin û bixwînin.
Piştî demeke Rojda diwelide, kurekî tîne. Navê kurik Hesen datînin.
Lêbelê paşê Rojda dimre. Çima Rojda dimire? Husenê hesûd ê fesad
diçe qereqolê û giliya birayê Rojdayê dike, wî dide girtin. Lê, Husen jî
tê girtin. Piştî demeke Husen îfadeyê xwe digehurîne û wî û birayê
Rojdayê berdidin. Husen li ser mirina Rojdayê gund terk dike û diçe.
Romana Abdullah Pertev ”Li Ber Keviyên Dijleyê” romanek rastiya
civakî ye. Mirov dikare wê wek berhemeke realîzma civakî bi nav
bike ku bi tirkî jê re ”Toplumsal Gerçekçîlîk” û bi hinek zimanên din
”Sosyal Realîzm” dibêjin. Di cîhana romanê de rastiya jiyana
gundîyên gundekî kurdan tê ravekirin. Lewre jî ji romanên weha re
romanên realîzma civakî tê gotin, weha tê binavkirin. Di ev cure
romanan de xeyal û fiktion tune, rastî û realîteya civakî û kesayetî
hene. Karekter û kesayetiya leheng û fîgurên romanê jî bi şêweyeke
rasteqîn tê taswîrkirin. Derûnî û helwesta leheng û fîguran, tevgerên
wan bi tevahî li gor şert û mercên civakî yên jiyana rojane lihevûdu
têne hunandin. Ev roman di vê hêlê de romaneke baş û serketî ye.
Naveroka romanê bi qasê ku min bi kurtahî li jor rave kir nîn e.
Naverok berfereh e. Têde gelek serpêhatî û kirinên xirab yên Husenê
hesûd hene. Tu dibêjî qey Xwedê Husen ji bo xirabiyê xuliqandiye,
ew kuve diçe xirabî dike.
Di romanê de ravekirina çîroka gera li pey felekê û şîretên kurdê
Meletyeyî gelek balkêşe. Bi hêviya ku xwendevanên kurd vê romanê
bikirin û bixwînin û ji şîretan aqil bigrin, siûd wergirin. A ji we re
şîretek min, vê bikine guhar û têxine gohê xwe. ”Divê mirov
fersendan nerevîne. Fersendên ku bikevin dest baş bi kar bîne.”
Di romanê de adet û tradisyoneke nebaş ku di nav civata kurd de tê
pêkanîn, tê qalkirin û li hemberê vê adet û toreyê dijayetiyeke erênî tê
ravekirin. Ev adeta nebaş ev e ku; dema zilamekî dimire jina wî a
bî/jinebî bi birayê zilamê mirî re dizewicînin. Birayê Hesen, Genco
qidûz dibe û dimre, bavê wî dixwaze jina wî a bî bi birayê din re
bizewicîne, lêbelê birayê Genco qebûl nake û pê re nazewice. Ew li
hemberê vê adet, tore û tradisyona nebaş derdikeve û gund terk dike û
diçe.
Di romanê de rewşa karkerên demsal ku diçine çend meh li bajarên
metropola Tirkiyê dixebitin, ameletî dikin tê qalkirin. Tiştê balkêş eve
ku; li cihê kar karmend nahêlin ku karkerên kurd bi hevûdu re kurdî
biaxifin. Ew li cihê kar peyvandina kurdî li karkeran qedexe dikin.
Kemal yek ji wan karkerane ku ji bo heqê qalind bicivîne û pê bi
destgirtiya xwe re bizewice, dixebite. Ew bi keda xwe pere dicivîne.
Lêbelê Husenê dilreş û hesûd ew dixapîne û dibe di riya gund de ji bo
pereyên wî ew dikuje.
Di romanê de qet beş tunin. Ji alî sukruktur, sazkirina hevokan, pir
karanîna daçekan, hunandina bûyeran û lihevûdu girêdana
serpêhatiyan û herweha ji hêla teknîka hunera awayên
romannivîseriyê ve hinek kêmanî û qelsî hene.
Roman bi Husen dest pê dike û divê bi kuştina Husen biqediya. Husen
ji bo peran Kamilê hevalê xwe dikuje. Birayê Kamil Saîd jî tola birayê
xwe heltîne û Husen dikuje. Divê roman di rûpela 107-an de bi
kuştina Husen biqediyana. Lêbelê nivîskar çîroka evîna Serhad û
Serpîlê lê zêde kiriye. Ev çîroka evînê weke pîne bi romanê ve kiriye
û ahenga romanê xirab kiriye.
Ez jî weke xwendevanekî kurd ê A. Pertev li benda romana wî ya
sêyemim. Bi hêviya ku di demeke nêz de A. Pertev bi romaneke nû û
nûjen derkeve pêşberê xwendevanên kurd.