Mihemed Seîd Temel bal kişand ser metirsiyekê: ‘Pêşdibistan’ -Video

Serokê Komeleya Ehmedê Xanî ya li Êlihê got, “Hinek bernameyên ku dewletê çêkirine rêjeya axaftina bi Kurdî guherî ku yek jê perwerdeya pêşdibistanê ye.”

Ji bo hilbijartina dersên Kurmancî û Kirmanckî yên polên 5-6-7 û 8an xebatên sazî û rêxistinên sivîl ên Kurdan berdewam in.

Xwendekar dikarin heta 17ê Sibatê li dibistanên navîn dersên Kurdî hilbijêrin.

Rêxistin, komele, sazî û kesayetiyên sivîl ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, ji aliyekî ve li ser cade û kolanan belavokan belav dikin û zanyariyan didin xelkê, ji aliyê din ve diçin serdana dibistanan û bi birêvebiran re hevdîtinan dikin.

Serokê Komeleya Ehmedê Xanî ya li Stenbolê, ji bo dersên Kurmancî û Kirmanckî (Zazakî) bangî Kurdan kir.

Serokê Komeleya Ehmedê Xanî ya li Êlihê Mihemed Seîd Temel jî li Êlihê pirsên nûçegihanê Rûdawê Abdulselam Akinci bersivandin.

Serokê Komeleya Ehmedê Xanî ya li Êlihê Mihemed Seîd Temel li ser berbelavbûna axaftina Kurdî ya li Êlihê got:

“Rastiya Xwedê Batman bajarekî sereke ye di dîrok û welatê Kurdan de. Hişmendiya miletê Batmanê ji aliyê Kurdewariye ve gelekî bilind e, gelekî jî vekirî ye.

Zimanê Kurdî ji berê ve li Batmanê zaf pê tê axaftin. Gelê Batmanê em dikarin bibêjin ji sedî 99 Kurd e, hinek Ereb hebin jî bi giranî Kurd e.

Heta 20 sal berê li Batmanê ji sedî 80-90 bi Kurdî dihat axaftin lê mixabin di van salên dawî de hinek bernameyên ku dewletê çêkirine ev yek guherî. Yek jê çi bû mesela, dibêjin perwerdeya pêşdibistanê.

Berê zarokên me 7 salî diçûn mektebê, heta 7 salî me li malê bi wan re bi Kurdî xeber dida.

Niha ew daxistin 5 salan. Mixabin 56-57 dibistanên seretayî li Batmanê hene û li ber her dibistanekê pêşdibistaneke zarokan vekirine, zarok 4-5 salî diçin wir.

Mixabin zaf jî di nava zarokan û nifşê nû de axaftina bi Kurdî gelekî kêm bûye.

Li gorî me ev xetereke zaf mezin e loma em komele û saziyên wekî Ehmedê Xanî û bi yên din re xebatên xwe dikin.

Mixabin li pêşberî me jî dewleteke bi hêz heye, sîstemeke kûr heye, zehmetiyen me di vir de hene.

Dîsa jî em dikarin bibêjin ku Batman cih û warê Kurdan û Kurdewariyê û cihê zimanê Kurdî ye.”

“Dewlet naxwaze”

Serokê Komeleya Ehmedê Xanî ya li Êlihê Mihemed Seîd Temel li ser kar û xebatên jî anî ziman:

“Armanceke vê komeleyê ku me sala 2011ê damezirand, kar û xebatên li ser zimanê Kurdî bû.

Çanda Kurdî, her çi qas navê komeleyê Ehmedê Xanî be jî em li ser Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Seydaye Cîgerxwîn xebatên xwe dimeşînin.

Niha jî ku dewletê ev firsend da me, ji bo çi dibe bila bibe xiste polên 5,6,7 û 8an me jî got, em çima ji vê sûdê wernegirin, ji ber wê ev çend sal in em xebatê dikin.

Em serî li saziyên wekî xwe didin, serî li saziyên dewletê didin, me broşur belav kirin, em li mekteban geriyan, li gelek cihan me xebat kirin lê mixabin ev jî asta dewletê niyeta dewletê dide der.

Par me ew qas xebat kiriye çend caran serî lê daye. Taxa ku ez lê bûm min ji malbata xwe ji der û dorê xwe 14 kes tomar kirin.

Mixabin, li wê mektebê pol venebû, ji ber ku 10 kes hebûn diviya vebûya. Me pirsî, wan got hejmar hindik e, min bi xwe 14 kes şandine.

Ji ber wê her çi qas di fermiyetê de hebe jî dewlet naxwaze lê dîsa jî xebatên me hene.

Me heta par jî her sal xebat dikir, îsal jî niha me hîn xebateke zaf mezin nekiriye lê dilê me heye em tiştinan bikin.”

Li Êlihê ne tenê Komeleya Ehmedê Xanî, ARÎDER jî heye ku kar û xebatan dimeşînin.

Her wiha Baroya Batmanê jî bi kar û xebatên xwe hewl dide malbatan ji dersa bijarte ya Kurdî agahdar bike.

Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *