Pîranşar | Rejîma Îranê malbatên girtiyan tehdît dike ku li ser wan agahiyan bidin

Di navbera 21-27ê Çileya 2025an de 10 kurd li Pîranşara Rojhilatê Kurdistanê hatibûn girtin, ku ew ev kes bûn: Sadîq Kurdî, Keywan Esas, Jîgar Mucahîdî, Ferhad Pele, Hîwa Şucayî, Murad Ustovar, Mihemed Suhrabî, Enwer Îbrahîmî û Firdîn Mehmûdî.

Rejîma Îranê li gel ku derbarê van girtiyan de tu agahiyan nade bê ka wan li kû girtî dihêle û ew bi çi tohmetê girtine, hate ragihandin ku ew her weha malbatên van girtiyan jî tehdît ku li ser wan tu agahiyan nedin kesî.

Li gorî çavkaniyên Kurdistan Press Agencyê, (KURDPA) rejîma Îranê destûrê jî nade ku ew mafê xwe yê hevdîtina li gel malbat û parêzer û yê telefonê jî bi kar bînin. (PK)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *