Bidarvekirina girtiyan li girtîgehên rêjîmê berdewam e

Rêjîma Îranê li berdewamiya bidarvekirinan li seranserê Îranê, vê carê girtîgehên xwe li bajarên “Xuremabad, Meşhed û Îsfehan”ê de 4 girtî bidar vekirin.

Pêka rapora Saziya Mafê Mirov li Îranê, roja Duşemî 15ê Rêbendanê, “Hafiz Benîesedî” ê xelkê bajarê “Kehnûc”ê ser bi parêzgeha Kirmanê ku bi tohmeta “Miharibe û îfsad fî erz” ji aliyê dadgeha rêjîmê ve sizaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin li girtîgeha “Adilabad” a rêjîma li bajarê Meşhedê de hate bidarvekirin.

Herwisa li vê rojê de hevwelatiyekî Turkemen ê xelkê “Gunbed Kawûs”ê yê bi navê “Hemîdriza Şehmuradî” ku bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber 3 salan berî niha hatibû binçavkirin û li dadgeha rêjîmê de sizaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin li girtîgeha rêjêmê li bajarê “Xuremabad”ê ser bi parêzgeha Luristanê, hate bidarvekirin.

Pêka rapora “Hengaw”ê, rêjîma Îranê 2 girtî li girtîgeha “Destgird” a rêjîmê li bajarê Îsfehanê de bi awayekî veşartî û bê hevdîtina dawî digel malbatê, bidar vekirine.

Pêka vê raporê welatiyekî Azerî yê xelkê bajarê Urmiyê yê bi navê “Ebdullah Xadimî” ku rûniştiyê bajarê Tewrêzê bûye û herwisa hevwelatiyekî Gîlek, ê bi navê “Mehdî Salihzade” li roja Pêncşemî 11ê Rêbendanê, hatine bidarvekirin.

Pêştir rêjîmê bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber sizaya bidarvekirinê bi ser wan 2 girtiyan de sepandibû. (KM)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *