Mijara lêçûna petrolê li Herêma Kurdistanê bûye pirsgirêkeke mezin ne tenê li pêşiya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê lê her wiha li pêşiya pişka budceya Herêma Kurdistanê û mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê ku Bexda her carê bi hincetekê pirsgirêkan jê re derdixe.
Lêçûna petrola Herêma Kurdistanê bi nivîsareke fermî di meha Sibata 2023yan de ji Wezareta Petrolê ya Îraqê re hat şandin. Mesrefa hilberîna her bermîleke petrolê 24 dolar û ji bo veguhastina wê jî 8 dolar hat texmînkirin. Nivîsar ji aliyê Wezareta Samanên Xwezayî ve 28ê Sibata 2023yan ji Wezareta Petrolê ya Îraqê re hat şandin.
Lê Wezareta Plandanînê di meha 5an a 2023yan de du hejmarên cuda danîn, 12 dolar ji bo hilberîna her bermîlekê û 7 dolar jî ji bo veguhastina her bermîleke neftê.
Ev hejmar di xişteya budceya 2023yan de hatin bicihkirin. Lê pirsgirêk ew e ku ev hejmar ji texmînên Wezareta Samanên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê gelekî kêmtir in.
Di pîşesaziya petrolê de, jeolojiya petrolê gaveke yekem e û kar pê tê destpêkirin. Pêşî lêkolîn û rûpîviya jeolojî tê kirin û qonaxa piştre rûpîva jeofîzîkî dest pê dike, wek testên erdhejê. Bi vî awayî jî nexşeyek ji bo çînên kevirî yên binerd ku dibe ku gaz û petrol di wan de hebin tê çêkirin.
Ev nexşe gelekî girîng e ji bo ku endezyar û pisporên jeolojiyê bikaribin texmîna yedeka petrola kêlgehan û cihê kolandina bîrên petrolê diyar bikin.
Xerciya kolandina bîrên petrolê ji herêmekê bo herêmeke din diguhere û bêguman li herêmên çiyayî bilindtir e. Li Herêma Kurdistanê dibe ku pêwîstiya kolandina bîreke petrolê bi 100 milyon dolarî hebe.
Ji bilî taybetmendiyên çînên kevirî, kûrahiya pêwîst ji bo gihîştina petrolê li Herêma Kurdistanê ji 4 hezar heta 5 hezar metreyan kolandin pêwîst e. Ger ev bi herêmên din ên Îraqê re bê berawirdkirin, wekî mînak li Besrayê di kûrahiya 2 hezar metryan de digihîjin petrolê.
Dr. Govend Şêrwanî ku doktoraya wî di jeolojiya petrolê de heye, di vî warî de dibêje “Piraniya çînên kevirî li Herêma Kurdistanê ku hilgirên petrolê ne, ji cureyê kilisî yan karbona kalsiyûmê ne, ango ev herêm berê derya bû û ev cure çînên kevirî di dirêjahiya milyonan sal de çêbûne û piştî guherînên jeolojî, petrol ji wan çêbûye.”
Dr. Şêrwanî dibêje “Kêlgehên başûrê Îraqê ji her du cureyên kilisî û qûmî ne ku ji wan re dibêjin sandstone. Her du cureyên çînên kevirî dikarin hilgirên petrolê bin, lê lêçûna kolandina bîra petrolê li Herêma Kurdistanê bi taybetî ji ber kûrahiyê, ku carinan digihîje 4-5 hezar metreyan, zêdetir e.”
Di hemwarkirina benda 12an a taybet bi petrola Herêma Kurdistanê de, tibaba 16 dolaran wek mesrefa hilberîn û veguhastina petrolê hatiye diyarkirin.
Ev 16 dolarên ku di hemwarkirina benda 12an a budceyê de hatiye behskirin, tenê texmîn e û wek pêşîneyekê tê dîtin heta ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê li ser diyarkirina kompanyayeke pispor a vî warî li hev bikin û ew kompanî xerciya rast a hilberîna petrolê li Herêma Kurdistanê kêlgeh bi kêlgeh hesab bike.
Ew 6 dolarên ku qala wan wekî lêçûna bermîlekê petrolê li Îraqê tê kirin, di rastiyê de tevahiya mesrefa wan bîr û kêlgehên petrolê ye ku di bin kontrola hikûmeta Îraqê de ne, ne yên ku di bin destê kompanyayên taybet û biyanî de ne li parêzgehên navîn û başûrê Îraqê.
Herêma Kurdistanê, ji aliyê jeolojiyê ve li navçeyeke bêîstiqrar a jeolojî ye. Li vê deverê herî zêde lihevketinên çînên kevirî hene û teşeyên jeolojî yên bêhejmar jê peyda bûne ku di jeolojiyê de jê re dibêjin (fold), (fracture) û gelek cureyên din ên strukturên jeolojî yên aloz.
Ev aloziya jeolojî ya çînên kevirî li kêlgehên petrolê yên Herêma Kurdistanê dibe sedema ku pirsgirêkên teknîkî yên zêde di dema kolandina bîrên petrolê de derkevin holê. Ev jî dibe sedema bilindkirina lêçûna kolandina bîrê.
Semîr Numan, pispor û serkarê kolandina bîrên petrolê li zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê, dibêje “Cureyê girêbestên petrolê yên Bexdayê berfireh û mezintir in. Bo mînak li herêmên din ên Îraqê, Wezareta Petrola Îraqê girêbestekê bi kompanyayeke xizmetguzariya kolandina bîrên petrolê re dike ku wek nimûne kolandina 50 heta 100 bîrên petrolê li xwe digire, ev jî dibe sedem ku kompanî di encamê de bikaribe bi mesrefeke kêmtir kar bike.
Ev li Herêma Kurdistanê gelekî cuda ye, ku bo mînak peymanek bi kompanyayeke kolandina bîrên petrolê re tenê ji bo kolandina du yan sê bîrên petrolê tê kirin.”
Xerciya aliyên lojîstîk, ewlehî û binesazî jî li Herêma Kurdistanê gelekî bilind e. Di koka xwe de, ew blokên petrolê yên ku tê texmînkirin petrol di wan de bê dîtin û bibin kêlgehên petrolê, hin ji wan dûredest in û pêdiviya wan bi avakirina rê û otoban û dabînkirina kareba û amûrên pêwîst ên kar heye, ku ev hemû lêçûna kolandina bîrên petrolê li Herêma Kurdistanê zêde dikin.
Ji aliyê kirîna amûr û kelûpelên pêwîst ji bo karê kolandinê ve jî, mesref li herêmên başûrê Îraqê kêmtir in, ji ber ku li wir, li gorî Herêma Kurdistanê, bi hejmareke gelekî zêdetir amûr û pêdivî têne kirîn.
Pêkhateya jeolojî li zeviyên Besrayê gelekî hêsan e û pirsgirêkên ku ji aliyê teknîkî ve jî derdikevin pêşiya endezyaran, gelekî naskirî ne û hêsantir jî têne çareserkirin.
Semîr Numan li ser vê yekê dibêje “Li Herêma Kurdistanê di destpêka proseya kolandina bîrên petrolê de dema kompaniyan dest pê kir, xerciya hilberîna bîreke petrolê nêzîkî 80 milyon dolarî bû.
Carinan xercî digihişt 100 milyon dolarî jî lê piştî demekê dema şarezatiya tîmên teknîkî û kompaniyan zêdetir bû, karîbûn bi nêzîkî 20 milyon dolarî jî bîra petrolê bikolin. Niha bi nêzîkî 15 milyon dolarî bîreke petrolê dikare bê kolandin.”
Ev di demekê de ye ku kolandina bîra petrolê li Besra û herêmên din ên başûrê Îraqê, eger gelekî zêde xerciya wê hebe jî, nagihîje 5 milyon dolaran.
Omer Ahmed
Rûdaw