Hediye Simûqî xwedî stîleke balkêş a modeyê ye û ew alîkariya wan jinan dike ku dixwazin xwe zeyîf bikin.
Hediye Simûqî di warê modeyê de stîleke wisa bi kar tîne ku bandorê li jinan dike ku ew xwe zeyîftir bibînin.
Li gorî Simûqiyê, divê jin zanibin ka kîjan cil û berg û reng dê wan zeyîftir nîşan bide û kîjan wê wan qelewtir nîşan bide.
Hediye Simûqî bi taybetî piştgiriyê dide wan jinan ku dixwazin bi rêya modeyê guherîneke erênî bikin û ji bo vê jî ew bi awayekî profesyonel alîkariya wan dike.
Hediye Simûqî, xanimeke serkeftî ya Kurd e li Almanyayê, xwedî stîleke balkêş a modeyê ye.
Di heman demê de, alîkariya wan xaniman dike ku dixwazin xwe zeyîf bikin.
Hediye Simûqî yek ji wan jinên afirîner e ku bi rêya torên civakî projeyeke tenduristiyê ava kiriye û serkeftineke berbiçav bi dest xistiye.
Keça serkeftî ya Kurd a Êzidî bû mêvana bernameya Diyasporayê û behsa girîngiya teknolojiyê û bandora wê ya erênî li ser beşdariya jinan a di warê kar de kir.
Hediye Simûqiyê got:
“Pêşî ez di destpêkirina karê xwe de dudil bûm lê sala 2014an min dest bi karê online kir.
Min dît çi derfeteke mezin e û teknolojî çi qas alîkar bûye di rakirina kelemên li ber karkirina jinan de.”
Simûqiyê eşkere kir ku ew kompanyaya ku tê de dixebite di warê berhemên tenduristiyê û vîtamînên xwezayî de pir çalak e û di demekê kurt de geşbûneke berbiçav bi xwe ve dîtiye.
“Malbata min alîkariyê dide min”
Hediye Simûqiya jina Kurd a Êzidî anî ziman:
“Hemû berhemên me ji sedî 100 xwezayî ne û di bin çavdêriya bijîşkên pispor de tên hilberandin.
Me destûra fermî ji dezgehên têkildar wergirtiye.”
Hediye Simûqiyê amaje bi wê yekê kir ku bi alîkariya malbata xwe ew serkeftî bûye û wiha domand:
“Tevî wan rexne û gotinên nelirê yên hin kesan ên derbarê karkirina jinan di torên civakî de hevjînê min her tim piştgirê min bû.
Em bi hev re dixebitin û serkeftinên me hevpar in.
Vêga serdema teknolojiyê ye û pêwîst e jinên Kurd sûdê ji vê derfetê wergirin û dikarin karê online bikin.”
Rûdaw