Hunermendê Kurd ji ber gotinên stranekê hat girtin

Hunermendê Kurd Mazlum Akpolat li Stenbolê ji ber gotinên straneke bi Kurdî hat girtin.

Mazlum Akpolat bi hinceta “propagandaya rêxistinê” bi 22 meh û 15 roj cezayê girtîgehê hatibû cezakirin.

Hunermedê Kurd Mazlum Akpolatê ku wekî “Mazlum Jînda” tê naskirin îro li navçeya Beyogluyê ya Stenbolê ji ber wî cezayê xwe ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.

Hunermendê Kurd piştî kar û barên îfadeyê yên li Rêveberiya Ewlehiyê hat girtin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), tîmên ewlehiyê Mazlum biriye Girtîgeha Metrîsê lê tê pêşbînîkirin ku 3yê Sibata 2025an wî bibin Girtîgeha Sîlîvriyê.

Sala 2016an derbarê Mazlum Akpolat ji ber gotinên straneke bi Kurdî ya bi navê “Xewna Sed Sala” bi hinceta “propagandaya rêxistinê” li Dadgeha 35emîn a Cezayên Giran a Çaglayanê ya Stenbolê doz hatibû vekirin.

Dadehê bi heman hincetê 22 meh û 15 roja cezayê girtîgehê dabû Akpolat.

Hunermedê Kurd îtirazî biryara dadgehê kiribû û bi rêya parêzerên xwe serî li Dadgeha Îstînafê dabû.

Piştî ku Dadgeha Îstînafê 16ê Çiriya Pêşîn 2016an cezayê wî pesend kir, serî li Dadgeha Bilind da lê wê Dadgehê jî cezayê Mazlum Akpolat pesend kir.

Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *