Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê ragihand ku li parêzgeha Dihokê gerîlayên PKKyê êrişî leşkerên Lîwaya 1ê ya Parêzvanên Sînoran ên Îraqê kiriye û di encamê de 2 leşker hatine kuştin û yek jî birîndar bûye.
Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê li ser şer û kuştina 2 parêzvanên sînoran daxuyaniyek da.
Wezaretê derbarê kuştina 2 parêzvanên sînoran a li Zaxoyê da zanîn:
“Dema ku Parêzvanên Sînoran ên Îraqê li ser sînorê Îraq-Tirkiyeyê li navçeya Batîfayê ya parêzgeha Dihokê wezîfeya xwe ya parastina sînor bi cih dianî, rastî êrişa gerîlayên PKKyê hatin.”
Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê destnîşan kir ku di encama êrişê de 2 leşkerên Lîwaya 1ê ya Parêzvanên Sînoran ên Îraqê hatine kuştin û leşkerek jî birîndar bûye.
Li aliyê din, medyaya nêzîkî PKKyê diyar kir ku artêşa Tirkiyeyê “bi hawanan xaleke Parêzvanên Sînoran ên Îraqê bombebaran kiriye û di encamê de 2 parêzvanên sînoran hatine kuştin û yek jî birîndar bûye.”
Bûyer berî danê nîvrojê di navbera gundên Sorya û Şîlanê yên Zaxoyê de qewimî.
Çi bûbû?
Nûçegihanê Rûdawê Xerîb Mecîd da zanîn ku di navbera gerîlayên PKKyê û parêzvanên sînoran de şer derketiye.
Li gorî agahiyên ku Xerîb Mecîd dane, şer derdora saet 09:00an dest pê kiriye, 2 parêzvan hatine kuştin û parêzvanek jî birîndar e.
Parêzvanên Sînoran di bin banê Wezareta Parastinê ya Îraqê de sînorên Îraq û Herêma Kurdistanê diparêzin.
Hemû parêzvanên ku li ser sînorên Bakur û Başûrê Kurdistanê ne Kurd in.
Li gorî agahiyên Rûdawê, her du parêzvanên ku canê xwe ji dest daye Kurd in û navê yekî Mêhvan Nacî ye û navê yê din jî Elî Remezan e.
Parêzvanekî sînoran ji Rûdawê re da zanîn ku şeva borî di navbera PKK û leşkerên Tirkiyeyê de şer qewimiye lê heta niha ti carî di navbera parêzvanên sînoran û PKKyê de pevçûn çênebûne û ew sedema vê êrişê nizanin.
Li hêla din, navê parêzvanê birîndar jî Bêwar Celîl Îbrahîm e û ew li Zaxoyê tê dermankirin.
Rğdaw