Însiyatîfa Melayên Kurdistanê ji bo yekîtiya Kurdan bangî Serok Mesûd Barzanî kir û got, “Em di wê baweriyê de ne ku Cenabê we li hemberî banga yekitiyê ya gelê Kurd bê deng namîne.”
Însiyatîfa Melayên Kurdistanê bi rêya hesabê xwe yê Xê nameyek belav kir.
Di nameyê de hat diyarkirin ku Însiyatîfa Melayên Kurdistanê ji aliyê melayên Kurd ên çar parçeyên Kurdistanê û Diyasporayê ve hatiye avakirin.
“Em di wê baweriyê de ne ku Cenabê we bê deng namîne”
Însiyatîfa Melayên Kurdistanê diyar kir, “Tevgera siyasî ya Kurd di qonaxeke dîrokî re derbas dibe” û bangî Serok Barzanî kir:
“Em di wê baweriyê de ne ku Cenabê we li hemberî banga yekitiyê ya gelê Kurd bê deng namîne û ji bo yekitiya Kurdan dê berpirsyariya dîrokî ya ku dikeve ser milê we, hûn dê bi cih bînin û hewlên pêwîst bidin.
Serkeftina we ji bo me dê bibe cihê kêfxweşî û serbilindiyê.”
Nameya Însiyatîfa Melayên Kurdistanê bi vî rengî ye:
“Mijar: Bang ji bo yekitîya gelê Kurd,
Rêzdar Serok Mesûd Barzanî,
Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê,
Em Însiyatîfa Melayên Kurdistanê a sivîl in ku ji aliyê melayên Kurd ên çar parçeyên Kurdistanê û Diyasporayê ve hatiye avakirin. Armanca me ew e ku em berê gelê xwe yê ji me bawer e bidin piştgirîya doza Kurd û bêyî cudakariya bawerî û nêrîna siyasî bi hemû rengên cuda di navbera Kurdan de hevkarî û yekitiyê han bidin.
Di demekê de ku tevgera siyasî ya Kurd di qonaxeke dîrokî re derbas dibe, ji bo Kurdan girîngiyeke jiyanî ye ku di mijarên bingehîn ên neteweyî de helwesteke hevpar nîşan bidin û di qada navneteweyî de bi yek dengî helwêsta yekîtiyê nîşan bidin.
Ji ber ku aktorên navneteweyî ji bo piştgirîkirina tevgerên siyasî yên Kurd ên parçebûyî û belavbûyî yên ku enerjiya xwe di şerê bi hevûdu re xerc dikin û bi kêmanî di asta berjewendiyên netewî de nekarîne pirsgirêkên xwe çareser bikin, dudil in û dûr dikevin.
Ev rewşa siyasî ya Kurd a ji hev belavbûyî û nakok, hêza pêşîgirtin û bazarkirinê ya Kurdan gelekî lawaz dike. Lewma pêwîst e hemû parçeyên Kurdistanê li ser bingeha berjewendiyên netewî yên Kurd siyaseta hevpar pêş bixin û bi hev re tevbigerin.
Di vê çarçoveyê de roleke mezin dikeve ser milê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku xwedî statuyeke navneteweyî ye. Em xebatên we yên di vî warî de dişopînin û hêja dibînin. Di vê çarçoveyê de daxwaza me ya herî mezin ew e ku Rêveberiya we û Cenabê we di navbera partiyên Kurdistanî de, bi taybetî bi Rojava re ku ji bo bidestxistina statuyeke siyasî hewl dide û li dijî gefên derve, hevkariyê pêk bînin.
Em di wê baweriyê de ne ku Cenabê we li hemberî banga yekitiyê ya gelê Kurd bê deng namîne û ji bo yekitiya Kurdan dê berpirsyariya dîrokî ya ku dikeve ser milê we, hûn dê bi cih bînin û hewlên pêwîst bidin. Serkeftina we ji bo me dê bibe cihê kêfxweşî û serbilindiyê.
Bi vê boneyê em ji we re serkeftinê dixwazin û hezkirin û rêzdariya xwe ya ji dil pêşkêşî we dikin. Xudayê bexşende alîkar û hevalê we be.”
Rûdaw