Berû zimanekî yekbûyî ve: Ev raweya kurtkirî û pevxistiî ji çi pêk hatiye

Berû Zimanekî Yekbûyî Ve (10)

Ev Raweya Kurtkirî û Pevxistiî ji çi Pêk Hatiye

Gelek peyv û cotepeyv di zimanê me de, di pêvajoya axaftinê de bikar tên, bêyî ku em zanibin koka wan çi ye yan jî çawa raweyên xwe wergirtine. Lê em wateyên wan ên giştî ji pêvajoya hevokan dizanin, wek nimûne: “Zipîzuha, şilopilo, xiloxavî, çirpûçûr, çirvirî, hoqboq, nermovingî” . Helbet, hin gotinên dîtir jî hene! Ji rexê bêjesaziyê ve ev peyv ne li ser rêbazekê hevbeş pêk hatine da ku mirov bikare lêkolînekê li ser wê rêbazê bike û bigihêje encamekê!

Ji bilî diyardeya wan peyvên derbasbûyî jî hin diyardeyên dîtir di zimanê me de hene û li ser asteke berfireh tên xebitandin bêyî ku em li ser dahûrîna wan rawestin û ji xwe bipirsin gelo ev çi pevxistin e û bi çi rêbazê pêk hatiye!

Ji nav hemû diyardeyên zimanî yên ku raweyên wan ji kurtkirin û pevxistina peyvên xwerû saz bûne, diyardeyeke pir giring û balkêş di nav gel de bikar tê. Ew jî dûbarekirina navan e ligel zêdekirin û kêmkirina tîpên navê dûyem, wek:

(Dar-mar, kevir-mevir, berf-merf, gol-mol, kar-mar, agir-magir û Hwd)

1-            Giringiya vê mijarê ew e ku hemû navên ku di kurmancî de bikar tên di kevin bin sîwana vê rêbazê û li hemû herêmên kurmancîaxêv belav e .

2-            Balkêşiya wê jî ew e ku tîpa (m) di hemû navên guhêrbar de cih digire . Vê diyardeyê jî ez rakişandime ser çawaniya bêjesaziya (murkolojiya) vê raweya kurtkirî û Pevxistiî .

Piştî lêkolîneke wird û demdirêj ez gihiştim wê encamê ku tîpa (m) destpêka peyva (mîna) ye ku bi wateya (wek) e . Ez gihiştim baweriyekê ku kilîta zelalkirina bêjesaziya wê raweyê peyva (mîna) ye . Bi vê baweriyê min hemû navên ku tên bîra min kirin lîste û li gora tîpa destpêka her navekî min ew kirin sê latik: 1- Tîpên dengdar ji bilî (m) ye. 2- Tîpa (m). 3- Tîpên dengdêr. Nimûne:

Tîpên dengdar       Tîpa (m).          Tîpên dengdêr

ji bilî (m)yê

Xak mak                 masî mamasî       av mav

dar mar                    mêş mamêş           aş maş

bajar majar           maf mamaf              êvar mêvar

roj moj                     mast mamast        elend melend

Li gora wan her sê latikan hemû navên ku di kurmancî de tên xebitandin karin bikevin raweya kurtkirin û pevxistinê . Bo vê raweyê nav li gora tîpa destpêkê dibin (3) beş:

1-            Hemû navên destpêka wan tîpeke dengdar be, ji bilî (m)yê ew tîpa destpêkê tê avêtin û tîpa (m) ji peyva (mîna) li şûnê tê nivîsîn, kevir-mevir, xanî-manî ….

2-            Hemû navên bi ku tîpa (m) destpê dibin, tîpa pêşîn (m) û ya paşîn (a) ji peyva (mîna)yê dikevin ser peyva destnîşankirî, wek:

mij-mamij, mar-mamar…

3-            Hemû navên ku bi tîpeke dengdêr destpê dibin, ji peyva (mîna)yê tîpa (m) dikeve ser wan, wek:

agir-magir, îsot-mîsot …

Min hemû navên kurdî (bi qasî ku dihatin bîra min) li wan her sê rêzikan pîvan, navek tenê jî ji çarçova wê rêbazê derneket!

Ji rexê watedariyê ve:

Mebest ji gotina (kurtkirin û pevxistin)ê ew e ku em tîpekê yan pirtir ji peyva (mîna)yê bibin û wê bixin ser navê destnîşankirî, hingê ew nav dibe navekî kurtkirî û pevxistiî .

Ji alîyekî dî ve jî, ev raweya kurtkirin û pevxistinê sivikbûnekê dide derbirînê û di heman demê de rewanbêjiyekê jî didê, nimûne:

1-            Here, cillên xwe ji (gemar memarê) bişo . Ev derbirîna kurtebir û pevxistiî li şûna ku em bibêjin:

–              Here, cillên xwe ji (gemarê û her tiştên mîna gemarê, wek: (toz, rûn, herî, zeyt û paşmayên xwarinê) bişo

2-            Wê zeviyê ji (kevir meviran pak bike). Li şûna ku em bibêjin:

–              Wê zeviyê ji ( kevir û hemû tiştên ku ziyanê digihînin çandiniyê, teneke û parçeyên camên şikestî…) pak bike!

Helbet, bi mebesta sivikbûn û rewanbêjiyê hemû cûrên gorankariyê digihêje zimanan, hemû zimanan!

rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *