Rûsya û Îranê rêkeftineke dîrokî îmze kir

Rûsya û Îranê li Moskowê rêkeftineke stratejîk îmze kir ku bi taybetî li ser ewlehî, enerjî û bazirganiyê ye.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan li Koşka Kremlînê civiyan û rêkeftineke girîng îmze kir.

Putin: Ev rêkeftin gaveke dîrokî ye

Putin di konferansa rojnamegeriyê de da zanîn ku rêkeftin dê têkiliyên her du welatan bibe qonaxeke nû û diyar kir ku rêkeftin ji bo bipêşveçûna demdirêj a her du welatan pêwîst e.

Hevkariyên nû di warê bazirganî û darayî de

Putin destnîşan kir ku her du welat dê di têkiliyên bazirganî û darayî de giringiyê bidin bikaranîna pereyên neteweyî û dê sîstemên yekkirina pereyan bi pêş ve bibin.

Her wiha diyar kir ku rêkeftina bazirganiya azad a di navbera Îran û Yekîtiya Aborî ya Awrasyayê de dê di demeke nêzîk de dest pê bike.

Korîdora Bakur-Başûr û hevkariya enerjiyê

Putin li ser Korîdora Bakur-Başûr da zanîn ku dê di navbera her du welatan de derfetên veguhastinê zêde bike.

Li ser mijara enerjiyê jî diyar kir ku destpêkê dê 2 milyar metre sêgoşe gaza Rûsyayê bê şandin û dê paşê heta 55 milyar metre sêgoşe lê were zêdekirin.

Rewşa Sûriyeyê û Rojhilata Navîn

Putin diyar kir ku ew dixwazin rewşa Sûriyeyê bi awayekî berfireh çareser bikin û dê piştgiriya alîkariyên mirovî û pêvajoya aştiyê bikin.

Her wiha bal kişand ser pêwîstiya zêdekirina alîkariyên mirovî li Xezeyê û anî ziman ku divê pirsgirêka Îsraîl û Filistînê li ser bingeha navneteweyî were çareserkirin.

Naveroka rêkeftinê hat parvekirin

Kremlînê hûrgiliyên rêkeftina di navbera Putin û Pizîşkiyan de hat îmzekirin bi raya giştî re parve kir. Rêkeftin bi armanca bipêşxistina têkiliyên her du welatan balê dikişîne.

Li gorî rêkeftinê, her du welat dê li dijî gefên hevpar ên leşkerî bi hev re tevbigerin, tetbîqatên leşkerî yên hevpar li dar bixin û di warê leşkerî-teknîkî de hevkariyê bi pêş bixin.

Heger êriş were kirin…

Di rêkeftinê de hat diyarkirin ku eger êrişek were kirin, welatê din amaje bi wê yekê dike ku piştgiriya aliyên êrişkar neke û rê nedin ku axa wan ji aliyê tevgerên cudaxwaz ên ku ziyanê digihînin aramiya welatê din, were bikaranîn.

Her wiha tê çaverêkirin ku bi vê rêkeftinê hevkariya di navbera saziyên îstixbaratî û ewlehiyê yên her du welatan de zêde bibe û di heman demê de parvekirina agahî û ezmûnan zêde bibe.

Enerjî û bazirganî

Di rêkeftinê de tê pêşbînîkirin ku kompanyayên enerjiyê yên li Rûsya û Îranê dê hevkarî û veberhênanên xwe yên li ser gaza xwezayî û neftê zêde bikin tê gotin:

“Her du alî dê li ser projeyên hevpar ên demdirêj ên li ser bikaranîna aştiyane ya enerjiya atomî, di nav de avakirina santralên enerjiya nukleerê bixebitin.”

Li gorî rêkeftinê, her du welat dê li ser avakirina sîstemeke serbixwe ya pereyan bixebitin û her wiha dê hevkariya di navbera bankayan de jî bihêztir bikin.

Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *