Rêveberiya Şûnwar û Kelepûr a Dihokê du cihên şûnwarî dîtin ku dîroka wan vedigere heft heta heşt hezar sal berî niha.
Rêveberê Giştî yê Şûnwar û Kelepûr yê Dihokê Bêkas Birîfkanî ji K24ê re ragihand, “Li deşta Navkurê ya li parêzgeha Dihokê, li du navçeyên şûnwarî Girê Asingeran û Kanî Aspehanê cureyek ji kûzan hat dîtin ku dîroka wan vedigere 8000 sal û rûniştgehek jî hat dîtin ku dîroka wê vedigere 7000 sal berî nîha.”
Bêkas Birîfkanî got jî: “Di Kanî Aspehanê de cureyek ji kûzan hat dîtin ku ji bo depokirina genim dihat bikaranîn. Her wiha 2 xaniyên mirovan jî hatin dîtin ku bi kerpîçan hatine çêkirin.”
Rêveberiya Şûnwar û Kelepûr a Dihokê girêbestek 5 salî ligel Zanîngeha Odina ya Îtalyayê îmze kir, ji bo kolandina cihên şûnwarî li parêzgeha Dihokê.
K24