Mazlum Ebdî: Em daxwaza Herêmeke Federal li Sûriyê nakin û em dixwazin bibin beşek ji artêşa nîştîmanî ya Sûriyê

Roja şemiyê 21.012.2024, Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk(HSD) Mazlum Ebdî di hevpeyvîneke li gel kanala Frans 24 de ragehand, ku ew daxwaza herêmeke federal li Sûriyê nakin.

Herwaha diyar kir ku ji ber wê jî heta niha li gel desthilata nû ya Sûriyê neciviyane, lê amadene ku li gel wan civînê bikin û gotûbêjê bikin. Herwaha dibêje, “Em daxwaza herêmeke federal ji Sûriyê nakin, belku daxwaza Sûriyeke yek parçe dikin.”

Fermandarê HSDê aşkera kir ku ew dixwazin hêzên wan bibin beşek ji artêşa nîştimanî ya Sûriyê ger li demê pêş de bê ava kirin, “Wê dema ku HSDe jî hat ava kirin, me wê demê jî got ku divê ew hêz bibe beşek ji hêzên nîştimaniya Sûriyê.”

Herwaha got: “Grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê li Kobanê û Minbic û çemê Firatê nêzîk dibin, emê li gel Amerîkayê berdewam bibin bo zext xistina ser Tirkiyê da ku şer rawestîne.”

Mazlum Ebdî bang li rêveberiya nû ya Sûriyê kir ku erka xwe pêk bîne û destwerdanê bike ji bo rawestandina şer li bakurê Sûriyê û got: “Di navbera me û hikûmeta nû de şer tineye, belku hemahengiya me heye ji bo destpê kirina gotûbêja bo çareserkirina pirsgirêkan di dema pêş de. Ew daxuyaniyên kun aha ji aliyê rêveberiya nû ya Sûriyê ve li Şamê hatine dayîn erênîne û em pêşwaziyê lê dikin.”

BSN

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *